Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19
Ragihandina cîgirê serok wezîr
Qubad Talebanî û Berpirsê Navenda Rêxistinên Silêmaniyê Ziyad Cebbar
Îro yekşemî 19.05.2024, Qubad Talebanî Berpirsê
Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal li navenda rêxistina Silêmaniyê ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li gel kadroyên jinan civiya û tekez li ser wê yekê
kir: Ti hêzek ku berevaniyê li mafên jinan bike, nîne wek Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê.
Di destpêka civînê de ku, Berpirsê Navenda
Rêxistinên Silêmaniyê Ziyad Cebbar jî tê de amade bû, Qubad Talebanî got: Di
heyama 15 salên derbasbûyî de, Yekîtiya Niştimanî di rewşên gelek dijwar re
derbas bûye, lê niha bi taybetî piştî kongireya pêncem a bi serokatiya Serok Bafil
û hilbijartina serkirdayetiya nû û bi nûkirina sazî û rêxistinan ve, yekîtî
kete qonaxeke nû, û kadro û girseyên Yekîtiya Niştimanî û gelê Kurdistanê hest
dikin ku pêgeha yekîtî i ser asta herêmê, Êraq û herêmê roj bi roj bihêztir
dibe.
Qubad Talebanî her wiha got: Yekîtiya niştimanî
niha bûye hêzek xwedî siyaseteke zelal û hêvî li beşekî mezin ji civakê
vegerandiye, ku yekane hêz e ku dikare guhertinan pêk bîne.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, berpirsê
sekreteriya Serokê Kurdistanê Mam Celal behsa hilbijartinên Parlementoya
Kurdistanê kir û got: Pêwîste helbijartin bi neçarî were kirin û Yekîtiya
Nîştimanî li ser bingeha zelalbûna xwe, serkeftinên balkêş bidest dixe.
Wî bang li kadroyên jin kir ku ji bo
zelalkirina nêrîn û siyasetên Yekîtiya Nîştimanî ya Jinên Kurdistanê, di warên
cuda de, bi taybetî di warê pirsgirêka jinan de, zêdetir hewl bidin, ji ber ku
di rastiyê de ti hêzek ku mafên jinan diparêze nemaye wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

