Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
Kurdistan 10:00 PM - 2024-05-15
PUKMEDIA
Serok Bafil û Daniel Shapiro
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Washingtonê bi Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Daniel Shapiro re civiya.
Di civîna ku bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl Berpirsê Buroya Têkiliyan hat lidarxistin, rewşa ewlekarî û metirsiyên li ser ewlekarî û aramiya navçeyê hate gotûbêjkirin û tekez li ser berfirehkirina hemahengiyê ji bo parastina aramî û şerê dijî terorîstan hate kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî li ser rola Amerîka û hêzên hevpeyman li herêmê got:“Em giringiyê didin berdewamiya hemahengiyê û serkeftina danûstandinên rêkeftina navbera Amerîka û Iraqê û divê em hemû bi hev re rûbirûyê metirsiyên terorê bibin.’’
Serok Bafil di derbarê hewldanên yekgirtin û avakirina hêzeke netewî ya bihêz de wiha got:“Em piştgiriya Amerîka û hêzên hevpeymaniya navdewletî bilind dinirxînin û hêvîdar in ku di pêşerojê de ji bo pêkanîna vê armanca bilind û parastina aştî û aramiya herêmê berdewam bin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

