Talebanî: Bi cesareta Serok Bafil, YNK niha hêzeke pir bibandor e

Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-15
Qubad Talebanî û Berpirsê Malbenda Koyê Buroya Ragihandinê ya Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û Berpirsê Malbenda Koyê

Saziya Serok Celal Talebanî YNK

Berpirsê Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal serdana baregeha 14 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Koyê kir û behsa şêwazên pêşxistin û nûkirina rêzên YNKê li ev navçeya  kir.

Îro çarşemî 15.05.2024 ,Qubad Talebanî Berpirsê Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal, serdana malbenda  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Koyê kir û pîrozbahiya destbikarbûna Tehsîn Namq wekû berpirsê malbend kir.

Piştre jî ji bo şopandina xebatên rêxistinî, xebatên navendê yên ji bo komkirina kadroyan û hişyarkirin û amadekirina wan bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin, ji bo qonaxa bê ya proseya siyasî û demokratîk li Herêma Kurdistanê, pêwîste her kes kar bike ku rêzên YNKê weke niha bi rêkûpêk bihêlin û daxwazên welatiyan cîbicî bikin û hemû derfetên xwe pêşkêşî wan bikin.

Her wiha amaje bi hewlên Serok Bafil jî bo bihêzkirina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û pêkanîna hevsengiya hêzan kir û got: “Îro YNK di qonaxa geşepêdanê de ye û bi saya xebat û siyaseta Serok Bafil yekgirtî û bihêz e û em hemû wek tîm kar dikin ku YNK weke niha bihêz bimîne û hêviyên kadro û xelkê bi cih bîne. ‘’

Talebanî got: “Bi saya wêrekiya Serok Bafil û hevalên din, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê niha hêzeke gelek bibandor e li ser asta Iraq ,navçe û navdewletî  dikare guhertinên ku xelkê çaverê dikin pêk bîne.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket