Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
Kurdistan 05:49 PM - 2024-05-15
Buroya Ragihandinê ya Saadî Ehmed Pîra
Saadi Ahmad Pîra û Arakawa Mikihiro
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rola Japonê li Herêma Kurdistanê û navçeyê bilind nirxand got:"Ev çend sal in Japonya xizmeta Herêma Kurdistanê dike û em hêviya zêdetir ji wan dikin ji ber ku YNK dixwaze jiyana xelkê baştir bike."
Endamê Mekteba Siyasî û Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ragihand:“YNK daxwaza aramiya siyasî û başkirina jiyana gelê Kurd, li gel guhertinên siyasî û di rêvebiriyê de ,bi hilbijartinên demokratîk di dema xwe de dike û divê her kes li ser parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û bidestxistina mafên yasayî û destûrî yên Kurdistanê û aramiyê bixebite. Divê ewlekariya herêmê û serweriya qanûnê bê parastin.”
Derbarê pirsgirêkên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê de jî Pîra got:“Metirsiya şaneyên razayî yên terorîstan û pirsgirêkên di navbera cotkarên Kurd û Ereb li navçeyên Kurdistanê û hemû pirsgirêkên navçeyê pêwîstî bi çavdêriyeke nêzîk û hestiyar heye, daku nebin sedema aloziyên siyasî û civakî yên ku asayîşa herêmê xirab dike. Di vê qonaxê de, pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi amadebûna zêdetir ji nûnerên Neteweyên Yekbûyî û ajansên curbicur ên Neteweyên Yekbûyî heye ku zêdetir alîkariya saziyên siyasî, hikûmetî û îdarî bikin."
Ev gotinên Saadî Ehmed Pîre di hevdîtinê de li gel Arakawa Mikihiro Konsulê Giştî yê Japonê li Herêma Kurdistanê pêk hat ku kar û bernameyên xizmetguzariyê yên Konsulxaneya Giştî ya Japonê û Ajansa JICA ku bi salan e xizmeta sazî û sektorên cuda li Herêma Kurdistanê dikin, bilind nirxand. Di bersivê de Konsulê Giştî yê Japonê li Herêma Kurdistanê amaje bi giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyê kir û got: Japon giringiyeke mezin dide rewşa navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî û dixwaze li herêmê îstiqrara siyasî, ewlehî û aborî zêdetir bibe.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

