Rojnamevana Kurd (Newroz Reşo) xelateke girîng ya Amerîkayê wergirt
Hewal 11:32 AM - 2024-05-15
Xelat
Rojnamevana Kurd (Newroz Reşo)
Rojnamevana Kurd a Efrînî (Newroz Reşo) ku
nûçegîhana radyoya dengê Amerîkayêye li herêma Şehbayê, xelateke girîng ya
rojnamegeriyê ya Amerîkayê bi dest xist.
(Newroz Reşo) rojnamevaneke ku xelkê herêma
Efrînê ye û li der bi deriyê dijî, bi riya radyoya Dengê Amerîkayê, êşa
koçberên Efrînê û zehmetiyên jiyana wan û rewşa der bi deriyê digihand cîhanê,
ji alîyê Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media
/USAGM) ve hêjayî ‘Xelata David Burke ya Rojnamevanîya Bijarte’ hate
dîtin.
Di vê barê de, şirovekarê siyasî û
ragihankarê kurd li radyoya Dengê Amerîkayê (Robîn Reşvan) bi riya Sekoya
Kurmancî û malpera Xelatê daxuyaniyek da û got; "Ew xelat, xelateke
salaneye (USAGM) jî saziya medyaya cîhanî ya hikûmeta Amerîkayê ku ji hijmarek
peşan pêk tê wek, Dengê Amerîka ya herî mezine xêncî wê jî kanala Alhura,
Radyoya Asya Azad, Radyoya Ewropa ya Azad, her weha Radyoya Ofîsa Kuba, Ew
hemî dibin saziya (USAGM) dene, Amerîka her sal xelat dide rojnamevanên
pijarte. Rojnamevanên bi şert û mercin dijwar û giran dixebitin û karên
berbiçav hêja dikin ji bo wan kesane xelateke wiha dide. îsal jî li ser navê
hemî saziya (VOA) saziyên dengê Amerîka nûçegîhane me ye Efrîn û Rojava (Newroz
Reşo) hêja hate dîtin.
Robîn Reşo da zanîn û got jî; Bê goman ev
ji bo dengê Amerîka serbilindiyeke mezine ji vê jî giringtir jî bo beşa Kurdî
ya dengê Amerîka serkeftineke mezine ji ber ku ji nava 52 zimanên ku dengê
Amerîka weşanê dike de, beşa kurdî tê xelat kirin. Nûçegîhana beşa Kurdî hêjayê
xelate tê dîtin û ji hemiyan jî giringtir (Newroz Reşo) wek rojnamevaneka Kurd
rojnamevanek jin rojnamevanek derbider gelek heq dike xelatekî wiha ji ber ku
li walatekî wekî Sûriyê ku buye qada şer rojnamevaniyek wiha bandor dikî çîroka
gel tîne ser ziman, êşa wan hêviyên wan têkoşîna wan şikestina wan serfraziy
wan jiyana wan dişopînî û radigihîne cîhanê, ev karekî mezine hêjaye loma jî ji
bo Newroz Reşo jî gelek giringe ku ewqas zehmetî û dijwariyên ku ew rûbirû dibe
karê ku dike niha êdî bi ve xelatê tê piştrast kirin ji bo wê jî qonaxekî
gelekî giringe ku weşangera herî mezin ya navnetewî ya cîhanê ya (USAGM) hem jî
wisa li ser navê dengê Amerîka xelatê dide wê her wiha ji bo Efrîn (çiyayê
Kurmênc) xelatekî pir mezine ji ber ku Newroz nûçegîhane dengê Amerîka ya Efrînê
ye û niha jî li Şehbayêye û bi hezarin kurdên me yen Efrînî ji axa bav û kalan
dor nav der bi deriyê ye, Newroz jî wek çavê wan wek dengê wan wek em bêjin
hêviyên wan tê xelat kirin ew xelat her wiha ji bo Efrînêye jî ji bo arama
Çiyayê Kurmênce jî ji ber vê yekê ez bi xwe jî pir şabûme.
Bal kişand ser wê yekê jî û
got; Newroz Reşo, ev 7 salin em bi hevre dixebitin ez bi xwe jî gelek bextewer
û serfrazim ku hevkara me keseke ku salane bi hevre dixebitin ku xelatek wiha
distîne ez jî pir şabûme. Bi riya we wek Sekoya Kurmancî û malpera Xelatê ez
pîrozbahiyê li Newroz û li beşa kurdî dikim hêvî dikim ku ew xelat bibe
destpêke xelatên ku Newroz bistîne ne ya dawî be.
Di dawiya axaftina xwe de Robîn
Reşvan got; Ez hêvî dikim ew xelat bibe destpêkek ku (Newroz) xelatên zêdetir
werbigre, hêviya min jî ewe di siberojê ji Newroz Reşo xelatên wiha girîng
bistîne çikû rojnamevanek delale rojnamevanek obcektîve êşa gel hêviya gel baş
dibîne nav civakê de dimîne dizane civak çi dijî ew jî ji bo Rojnamevanekî
serfiraz Rojnamevaneke jêhatî gelek giringin. carek din ji bo beşa Kurdî dengê
Amerîka ji bo Efrînê (çiyayê Kurmênc) û bi teybet ji bo
Newroz Reşo pîroz dikim.
PUKMEDIA/ Xelat
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

