Xwecihkirin pirsgirêka dana mûçeyên karmendan çareser dike
Kurdistan 11:15 AM - 2024-05-15
PUKMEDIA
Dadgeha Federal û pereyên Êraqî
Piştî ku Dadgeha
Federalî biryara xwecihîkirina mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê da,
bankên hikûmetê hewl didin mûçeyên karmendan li bankên hikûmetê yên li derveyî
Herêma Kurdistanê bi cih bikin ku ev yeke pêwîste û wê pirsgirêka xerckirina
mûçe çareser bike û di wextê xwe de wê bê dabeşkirin û nayê paşxistin.
Xwecihkirina mûçeyên karmendan di bankên hikûmetê deEndama Komîteya Darayî ya Parlamentoyê D.Nermîn Meirûf ji PUKMEDIA re ragihand: Biryara Dadgeha Federalî zelal û eşkere ye û diyar dike ku mûçeyên karmendan di bankên ser bi hikûmeta federal de cih digirin û ne projeya (Hesaba min) ya girêdayî Herêma Kurdistanê ye.
Wê diyar kir: Nekokiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de di warê gihandina hinardekirina federal û mijara xwecihkirina mûçeyên karmendan de ye.
Pêdana mûçeyên karmendan
Nermîn Meirûf dibêje: Wezareta Darayî ya Federalî biryar da ku mûçeyê meha Nîsanê yê karmendan li Herêma Kurdistanê dabîn bike, lê mijara xwecihkirinê wê şandina mûçeya meha Eyarê lihevbixe eger hikûmeta Herêma Kurdistanê ti gave di wê warî de navêje.
Got jî: Banka Bazirganî ya Êraqî amadeye dest bi proseya bicîkirina mûçeyên karmendan bike û divê hikûmeta herêma Kurdistanê hemû zaniyariyên pêwîst pêşkêşî bankê bike, daku ti pirsgirêk dernekevin ku rêgiriyê li dana mûçeyê meha Gulanê bo karmendan li Kurdistanê bikin.
Biryara Dadgeha Federal eşkere ye
Endamê Meclisa Nûneran yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bryar Reşîd di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: Di hevdîtina me de ligel Serokê Dadgeha Federalî ya Bilind, dadwer Casim Mihemed Ebûd de piştrast kir ku biryara Dadgeha Federalî zelale û eşkere ye û armanca xwecihkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya bankên federal ew e ku ew kêşeyên ku 10 sal in li Herêma Kurdistanê tûşî dibin dubare nebin.
Bryar Reşîd her wiha got: Serokê Dadgeha Federalî herwiha eşkere kir, ku ti zêdekirin û jêbirin di biryarên dadgehê de nîne û armanca wan dabînkirina dadmendiya karmendan û nehiştina dubarekirina paşxistina mûçe ye.
Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê diyar kir ku, dadwer Casim Mihemed Ebûd piştgirî da daxwaza me ya ji bo wekhevkirina mûçeyên pêkhateyên herêmê û hevpîşeyên wan ên di hikûmeta federal de, çi di warê dîroka dabeşkirina mûçeyan de.
TBI Bank tevlî projeya hesabê mib nebûye û nabe
got Dr. Bryar Reşîd: Li
gor zanyariyên ku min ji rêveberê Banka Bazirganî ya Êraqê (TBI) bi dest
xistine, ew bank beşdarî projeya (Hesaba min) ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
nebûye û di paşerojê de jî tevlî wê projeyê nabin. Gotûbêjên derbarê vê mijarê
de ne rast in, ji bilî wê yekê ku TBI dest bi bicihbûnê nekiriye û ji aliyê
hikûmeta herêmê ve navên karmendan û agahiyên pêwîst nehatine dayîn.
Wî diyar kir, biryara
Dadgeha Federalî ya derbarê cîbicîkirina mûçeyan de zelal e û divê hikûmeta
herêmê zanyariyên karmendan ji Wezareta Darayî ya Federal û Banka TBI re
bişîne, da ku mûçeyên wan di wê bankê de cih negirin. li bankên din ên taybet
ên li herêmê hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

