Serok Bafil : Bi xwendekar û ciwanên welatê xwe bawer im
Kurdistan 10:29 PM - 2024-05-14
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil û cîgirê rêvebirê bilind yê ofîsa USAID ya Rojhilata Navîn
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi Cîgirê Rêveberê Bilind ê ofîsa USAID a Rojhilata Navîn li Washington Andrew Plett re civiya.
Di civînê de ku, Berpirsê Buroya Têkiliyan Derbaz Kosret Resûl jî tê de amade bû, rola ciwanan û navendên perwerde, geşepêdan û rahênanê yên wan hate danûstandin û tekez li ser hemahengî û hevkariya di navbera wan de ji bo avakirina jîngeheke saxlem ji bo perwerdekirina ciwanan û rêberiya wan ji bo pêşerojeke geştir ya civaka Kurd kirin.
Di civînê de Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser pêgeha ciwanên herêmê wek sermayeyekî niştimanî û got: “Em dixwazin bi projeyek nû xizmeta ciwanan bikin û wan bi rê ve bibin ku bibin sedema pêşketina welatê min ji bo pêşerojeke geştir hewl didin û me soz daye ku em bi heman ruhî li gel wan bin û jîngeheke guncaw ji wan re peyda bikin da ku karînên xwe di warên cuda de bikar bînin.’’
Serok Bafil daxwaz ji Cîgirê Rêveberê Bilind ê ofîsa USAID a Rojhilata Navîn li Washington Andrew Plett kir ku bi projeyek nûjen a berfireh werin herêmê û alîkarîya xwe bigihînin armancên me ji bo bêtir xizmetkirina ciwanan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

