Serok Bafil: Hilbijartin ji bo guhertina desthilatdariyê gaveke girîng e
Kurdistan 12:31 PM - 2024-05-14
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serokê YNKê û Alîkarê Joe Biden
Serokê Yekîtiya Niştimanyî a Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Washingtonê ligel Philip Gordon re Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden û Cîgirê Serokê Amerîkayê Kamala Harris civiya.
Di civînê de rewşa siyasî , emnî ya Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartinan hat kirin û Serok Bafel tekez li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên dadmend di dema xwe de û rakirina astengiyên li pêşiya proseyê kir û got: “Ev pêngaveke girîng e ji bo guhertina di warê rêveberiyê de û pêşxistina demokrasiyê li herêmê ye.’’
Serok Bafil di derbarê têkoşîna li dijî terorê de wiha got:Metirsiya terorê berdewam e û em tekezî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge, hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hevpeymaniya navdewletî ji bo derbaskirina pirsgirêkên ewlehiyê dikin."
Li hember de jî Philip Gordon balkişand li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên azad û adil di dema xwe de û got ku divê aramiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê were parastin û hewl jî di vê çarçoveyê de be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

