Serok Bafil: Em li dijî hewldanên astengkirina hilbijartinan in
Kurdistan 09:18 AM - 2024-05-14
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil û Kordînatorê Koşka Spî bo karûbarên R.Navîn û B.Afrîkayê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Washingtonê bi Kordînatorê Koşka Spî bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGork re civiya.
Di civîna ku bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl Berpirsê bûroya Peywendiyên Derve YNKê hat lidarxistin, behsa bûyerên dawî û guhertinên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn hate kirin û tekez li ser hemahengî û karê hevbeş di navbera hêz û aliyên siyasî de hate kirin,ji bo parastina aramiyê, pêşkêşkirina xizmetguzariyan û pêşxistina demokrasiyê li herêmê.
Serok Bafil Celal Talebanî got ku hilbijartinê parlemena Kurdistanê mafekî bingehîn ê welatiyana û stûneke girîng a demokrasiyê ye û gaveke girîng e ji bo nûkirin û guhertina di proseya hikûmraniyê de. Ji ber wê jî em li dijî hemû hewlên ku rêgiriyê li pêşiya lidarxistina hilbijartinên dadperwerane bikin û metirsiyê li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê û pêşketina wê çêdike .
Derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge û hewlên hevpeymaniya navdewletî bi taybetî Amerîka bo çekdarkirin û bilezkirina proseyê jî Serok Bafil got:’’hewldan giring in û em rêzê lê digirin, berdewambûna hevkariyê, hevahengiya serbazî û istixbaratî ya di navbera hêzên Pêşmerge, hêzên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî de ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiya navçeyê dûpat dikin.’’
Serok Bafil amaje bi pêngavên rêkevtina nû ya di navbera Îraq û Amerîka de jî kir û got: ‘’Pêwîste hemû pêngav di çarçoveya parastina berejwendiyên bilind û netewî de bin û biryar jî ji bo aramî û bexteweriya welat bin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

