Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-13
PUKMEDIA
Serdana kargehê
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin,ev kargeh dê li Silêmaniyê bi teknolojiya herî dawî û asta herî bilind a hunerî û lojîstîkî vebe, ku rojane ji bo 1000 kesî cil û berg bê çêkirin.
Endamên Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ehmed Hema Kerîm û Daro Şêx Nûrî , Serleşker Omer Salih Berpirsê Hêzên 70 , Berpirsê Asayîşa Herêma Kurdistanê Hîwa Ehmed, Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê Wehab Helebceyî, Cîgirê Fermandarê Fermandeya Komando Diyar Omer serdana kargeheke nû ya berhemanîna cilên leşkerî kirin.
Ev kargeh bi teknolojiya herî dawî û asta teknîkî û lojîstîkî ya herî bilind tê dabînkirin ku cil û bergên guncaw ji bo hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Kargeh dikare rojane ji zêdetirî 1,000 kesan re cilan hilberîne û ji bo karên xwe xwe dispêre keda herêmî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

