Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
Kurdistan 05:27 PM - 2024-05-13
PUKMEDIA
YNK pêşwaziya Partiya Zehmetkêşan dike
Şandeke bilind a Partiya Zehmetkêşanê Kurdistanê serdana Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê kir.
Şanda bi serokatiya Balen Ebdullah ji aliyê Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre, Sekreterê Encumena Piştgiriyê Hacî Mesifî û endamên Serkirdayetiyê Rêbaz Berkotî û Rebîha Hemad ve hat pêşwazîkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin, di civînê de behsa dîroka têkoşîna hevbeş û peywendiya demdirêj a YNK û Partiya Zehmetkêşan di xeta niştimanî ya parastina maf û daxwazên gelê Kurd de hatiye kirin.
Sekreterê Partiya Zehmetkêşanê Kurdistanê Balen Ebdullah pesna helwêstên niştimanî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û daxwaz ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir ku rola xwe di derbaskirina rewşa siyasî ya niha ya Herêma Kurdistanê û başkirina peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de bilîze.
Balen Ebdullah :“Em dixwazin bi şêwirîna li gel hemû hêz û aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê gavên erênî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bavêjin da ku bigihin xaleke hevbeş û ji hev têbigihin li ser mijarên siyasî û stratejîk ên girêdayî pêşeroja Herêma Kurdistanê.’’
Ji aliyê xwe ve, Saadî Ehmed Pîre spasiya têbîniyên şanda mêvan kir û got: ‘’YNK hertim alîgirê çareserkirina pirsgirêkan e , bi rêya diyaloga yasayî û aştiyane ye di çarçoveya parastina maf, îmtiyaz û destkeftên gelê Kurd de. YNK li gel guhertin û nûkirina sîstema rêveberiya Herêma Kurdistanê ye.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

