Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
Kurdistan 02:10 PM - 2024-05-13
Nivîsgeha Ragihandinê yê cîgirê Serok Wezîr
Qubad Talebanî cîgirê serok wezîran
Îro Duşemê 13.05.2024, Qubad Talebanî cîgirê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Helebce kir û di yekem
rawestgeha xwe ya serdanê de, destegul li ser bîrdariya şehîdan danî bo dilsozî
ji bo şehîdên Helebce.
Piştre Qubad Talebanî beşdarî merasîmên bi
boneya 37. salvegera serhildana gelê Helebce, Hewreman û Şarezor ya sala
1987’an a li dijî rêjîma dîktator a berê bû.
Cîgirê Serokwezîr her wiha li gel Encûmena
Piştgiriya Helebceyê ku gelek navdar û kesayetiyên parêzgehê tê de cih digirin,
civiya û behsa rêyên pêşxistina Helebceyê ji aliyê aborî û xizmetguzarî ve hat
kirin û amadebûyan çend daxwaz ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji
parêzgeha xwe re pêşkêş kirin.
Qubad Talebanî ji aliyê xwe ve amaje bi wê yekê
jî kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî ye li ser cîbicîkirina tedbîrên
veguhertina Helebce bibe parêzgeh ji aliyê hikûmeta federal ve û danîna
jêrxaneyeke bihêz a aborî bo parêzgehê, ji ber ku em hemû deyndarê Helebce ne û
em çi bikin jî em nikarin qurbaniyên ku wê kirine qerebû bikin, piştevaniya xwe
ji encumenê re dupat kir ji bo birêxistinkirina karûbarên xwe û pêşkêşkirina
piştgiriya îdarî ji parêzgehê re, da ku xizmetguzariyên pêwîst jê re pêşkêş
bike.
Herwiha Qubad Talebanî di daxuyaniyeke
rojnamevanî de li Helebce ragihand ku Pirsgirêka mûçeyên karmendan li Herêma
Kurdistanê çareser bûye.
Got jî: şandina mûçeyan hat pesend kirin û ya
ku ji hikûmeta herêmê tê xwestin şandina lîsteyan bû û ji Wezareta Darayî ya
Federal re hatin şandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

