Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
Kurdistan 02:15 AM - 2024-05-12
Buroya Ragihandinê ya Serokomariyê
Civîna Serokomariyê
Îro danê êvarê Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Di civînê de ku bi amadebûna Cîgirên Serokê Herema Kurdistanê û hijmareke wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê tê de, rewşa giştî ya welat û pêşhatên Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Di vê hevdîtinê de li ser rewşa navçeyê gotûbêj hat kirin û tekezî li ser giringiya parastina ewlehî , aramiyê , hevahengiya hewlên ji bo parastina aramî û pêşhatên erênî yên ku li welat qewimîne hat kirin.
Her wiha peywendiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin û tekez li ser yekxistina rêkeftinan û çareserkirina pirsgirêkan bi temamî kirin.
Serokkomar her wiha tekezî li ser giringiya diyaloga berdewam kir ji bo derbaskirina pirsgirêkan û dabînkirina jiyaneke minasib ji bo welatiyan li hemû navçeyên welat û dê bibe alîkar ku peywendiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bihêztir bibin û pirsa bûdce û mafên darayî bi temamî çareser bibin,her wiha arîşeyên li pêşiya cotkaran û wergirtina berhemên genim ji hikûmeta Iraqê kar tê kirin.
Got jî ku ew giringî bi xurtkirina peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, navçe û cîhanê dide.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi hewlên berdewam yên ji bo pêkanîna zêdetir ewlehî û aramiyê û derbaskirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir, Herêma Kurdistanê dê ligel Îranê be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

