YNKê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên bazara Qeyser a Hewlêrê dike
Kurdistan 02:13 PM - 2024-05-10
PUKMEDIA
Logoya YNKê
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) beşdarî kampanya komkirina îmzeyan bo qerebûkirina ziyanên şewata bazara Qeyser a Hewlêrê dibe û ragihand: “Parlamenterên YNKê dê beşdarî komkirina îmzeyan bo qerebûkirina qurbaniyên şewata bazara Langa ya Hewlêrê bibin.’’
Fraksiyona YNKê her tim parastina mafên gel kiriyeParlamentera Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Bedriya Husên ji malpera fermî ya YNKê re ragihand:“Li ser bingehê desthilatên parlamenteran, wek nûnerên welatiyan, piştî bûyera diltezîn a li bazara Qeyser a Hewlêrê, ku ziyaneke mezin gihandiye dukandar û bazirganan, îro pêncşemê 9-5-2024, endamên Fraksiyona YNKê yên Hewlêrê li Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirin û eşkerekirina rastiyên bûyera bazara Qeyserî ya Hewlêrê û her wiha qerebûkirina qurbaniyên bûyerê beşdarî kampanyaya îmzeyan a avakirina komîte bûn."
YNKê dosyeya qurbaniyên bazara Langa ya Hewlêrê amade kiriye
Nûnerên YNK'ê yên di hikûmetê û Meclîsa Nûneran de her tiştek bikin ji bo xizmetkirina welatiyan dudilî nabin û di vê derbarê de jî daxwaza qerebûkirina qurbaniyên bazara Hewlêrê ji hikûmeta Iraqê dikin.
Pêştir Cîgirê Serokê Fraksiyona YNKê li Civata Nûneran Kerîm Mela Şukur ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re gotibû: “Fraksiyona me bi fermî daxwaza qerebûkirina ziyanên şewata bazara Langa ya Hewlêrê ji hikûmeta Iraqê kiriye û lîsta mexdûrên şewatê hatine amadekirin , nav û qebareya darayî ya ziyanan, ji bo qerebûkirina wan ji bûdceya karesatên xwezayî li Iraqê, radestî serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî hatiye kirin.
Li hinek cihan gelek caran şewat derketiye
Şewata bazara Qeyser a Hewlêrê, di 5 mehên borî de hejmara şewatên li parêzgehê giheştiye 330 şewatan, ku piraniya wan ziyan gihîştiye bazirganan, ji wan 4 şewatên mezin li bazarên Hewlêrê yek ji wan cihên ku çendîn caran agir lê ketiye, Langa ye û bazara Hewlêrê, ku îsal du caran şewat derketiye.
Li gorî madeyeke bûdceya Iraqê, 500 milyar dînar ji rezerva awarte bo xerciyên din ên Wezareta Darayî hatiye terxankirin, ku dê ji bo qerebûkirina beşek ji qurbaniyên karesatên xwezayî li Iraqê hatiye terxankirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

