Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
Kurdistan 04:50 PM - 2024-05-09
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Tê çaverêkirin ku Civata Nûneran heftiya bê, berî bidawîhatina betlaneya yasayî, serokek hilbijêre, pêşbazî di navbera du berbijarên fireksiyona Sunnî de ji bo wê postê pêk tê.
Divê hilbijartina serok bê qedandin
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Bryar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Civîna îro ya civata nûneran dê li ser dirêjkirina dema xebatê ya civata nûneran ji bo hilbijartina serokê civatê berî ku bikeve betlaneya yasayî gotûbêj bike.
Got jî: Encumena Nûneran dê bikeve nav bêhnvedana yasayî û dadgeha federalî tekezî li ser pêwîstîya helbijartina serokê civata nûneran û çareser kirina bilez a vê pirsê kir, lewra divê heta roja duşemê ya hefteya bê, ev pirs bi dawî bê.
Ji bo vê postê du berendam hevrikiyê dikin
Dr.Bryar Reşîd dibêje: Du berbijêr bo posta Serokê Civata Nûneran hevrikiyê dikin, bi navên Selîm El-Îsawî ji fireksiyona serwerî û Mehmûd El-Meşhedanî ku bi piştevaniya fireksiyonên Hesim û Ezim in.
Got jî: Civata Nûneran divê heta roja duşemê hefteya bê, pirsa helbijartina serok çareser bike û emê li bendê bin heta civata nûneran biryarekê li ser çarekirina vê pirsê bide.
Nakokî di nava partiyên Sunnî de hene
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerwan Yarwês ji PUKMEDIA re ragihand: Tê çaverêkirin ku heftiya bê Civata Nûneran civîneke taybet bo hilbijartina serokê nû yê civata nûneran li dar bixe.
Got jî: ev mijar hîna jî cihê nakokiyê di nav aliyên siyasî yên Sunne de ye û wan partiyan li ser yek namzedê bo serokatiya civata nûneran negihîştine ti rêkeftinekê û nakokî di navbera fireksiyonên Ezim û Hesim ji aliyekê ve û di navbera fireksiyona serokê berê yê Civata Nûneran Mihemed Helbûsî û Teqedum de ji aliyê din ve, ji ber ku her du fireksiyon daxwaza serrastkirina sîstema navxwe a Encûmenê dikin û rê bidin Mihemed Helbûsî ku namzedê nûh pêşkêşî posta serokê civata nûneran bike.
Got jî: Çarçoveya hevahengiyê ya ku fireksiyonên şîe di nav xwe de dihewîne, daxwaz ji Sunneyan kir ku di nava hefteyekê de berî destpêkirina bêhnvedana yasayî ya civata nûneran, lezê bidin û di navbera xwe de li ser yek namzedê lihev bikin.
Biryara Dadgeha Federal
Sêşema borî Dadgeha Bilind a Federalî derbarê paşxistina hilbijartina Serokatiya Meclisa Nûneran de biryarek derxistibû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

