Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
Kurdistan 09:22 PM - 2024-05-08
Buroya Çapemeniyê ya Saadî Ehmed Pîra
Saadî Pîra li Hewlêrê serdana Bazara Qeyser kir
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîra ji bo guhdarîkirina dikandar û bazirganan û dîtina ziyanan serdana bazara Qeyser a Hewlêrê kir.
“Em piştgiriya hemû daxwazên rewa yên xwediyê dikanan û bazirganan dikin û divê bi lezgînî nûkirina sûkê were cîbicîkirin, da ku esnaf beriya Cejna Qurbanê dest bi karê xwe yê rojane bikin.’’Got
Saadî Ehmed Pîra got: “Bazara Qeyser li Hewlêrê navendeke bazirganî û cihê debara bi hezaran bazirganên bajêr e, di heman demê de beşek ji çanda Hewlêrê ye.Bazar beşeke ji dîroka yekgirtî ya Hewlêrê, divê aliyên peywendîdar bi ciddî sedema şewatê eşkere bikin ji ber ku van bûyeran asta baweriya bazirganan bi cihê kar û asayîşê ji bo parastina milkên xwe kêm kiriye.
Wî her wiha got: "Hikûmet û aliyên peywendîdar divê di zûtirîn dem de qerebûyên qurbaniyan bidin û hemû pêwîstî û xizmetguzariyan ji wan re peyda bikin, di warê ewlehiya bazar, elektrîk û sîstemek karîger a vemirandina agir de ji bo dilniyakirina kardêr û bazirganan.Divê di navbera welatiyan û hikûmetê de bawerî were vegerandin da ku ewlekariya mal û cihên kar pêk bê.
Berdevkê YNKê got:"Divê bi lezgînî nûkirina sûkê were cîbicîkirin da ku bazirgan karibin berî Cejna Qurbanê dest bi karên xwe yên rojane bikin, lê derfet ji dest nedin ku rojên berî Cejnê ji pê re mijûl bin û em piştgiriya hemû daxwazên rewa yên xwediyê dikanan û bazirganan dikin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

