Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08
PUKMEDIA
Berdevkê YNKê Saadî Ehmed Pîre
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi rêya buroya xwe ya hilbijartinan îtiraza biryara komîsyonan kir û berdevkê YNKê got :“Dadgeha Federal lez da biryara parêzgariyê ji bo xala 2 ya madeya 2,diviyabû ku berdêla hilbijartinan û rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirta lê tenê partiyek ligel hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê niye di roja ku ji aliyê serok ve hatiye diyarkirin.’’
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de got; “Tevî ku biryara Dadgeha Federal a li ser giliyê ku li ser xala 2’yemîn ya madeya 2’an hatiye kirin, lezgîn e û wisa dixuye ku biryar berê hatiye amadekirin û li benda îtirazê ye, lê wek YNKê em rêzê li biryarên Dadgeha Federal digirin.
Daxwaza YNKê li dijî biryara komisyonan e ji bo rawestandina amadekariyên darayî û teknîkî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku Dadgeha Federalî biryara rawestandina proseya hilbijartinan nedaye. Paşxistina hilbijartinan dê pêgeha Herêma Kurdistanê lawaz bike. Saadî Ehmed Pîra got.
Berdevk got: “Amadekariyên hilbijartinan ji aliyê komîsyon û partiyan ve bi deh milyon dolar hatiye xerckirin, di vî warî de divê Dadgeha Federalî bi baldarî rewşa herêmê û lêçûnên darayî bixwîne. Divê em amaje bi wê yekê jî bikin ku tenê partiyek naxwaze hilbijartinan bike û hemû aliyên din ên Herêma Kurdistanê li gel hilbijartinan in."
Wî got: "Pêkhat bi xwe berpirs in ji windakirina kursiyên xwe, ji ber ku di dema borî de me dît ku ew kesên ku li ser navê komînan di parlamentoyê de bûn, bûne pişta partiyek diyarkirî û di berjewendiya wê partiyê de biryar dane."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

