Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil û Kongresman Tim Burchett
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, li Washingtonê li gel endamê Lijneya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran (Komaran) Kongresman Tim Burchett civiya.
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî gotûbêjeke berfireh li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, şerê li dijî terorê û yekxistina hêzên Pêşmerge pêşkêş kir. Her wiha tekezî li ser pabendbûna YNKê bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan kir , berdewamî û serkeftina gotûbêjên navbera Amerîka û Iraqê faktora aramî û pêşketina welat di warên cuda de ye.
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser hewlên YNKê ji bo xizmetkirina xelkê û pêşxistina desthilatdariya Herêma Kurdistanê û got ku aramiya jiyana xelkê û rêveberiya saxlem helwesta me ye ku nayê guhertin û ji wê yekê dûr nakevin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

