Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî
Endamê Mekteba Siyasî û
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hecî
Hema ji PUKMEDIA re ragihand: Me wek ofîsa hilbijartinan di Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê de îtîraz li dijî biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan kir ji bo ragirtina proseya hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê.
Got jî: Me îtîraz li
desteya cudaxwaz ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kiriye, ji ber
ku ev mijar di bin desthilata wê de ye, û diviyabû îtîraz li ji vir re bihata
şandin ne ji Dadgeha Federalî re.
Berî şeş mehan îtîraz nayê kirinRizgar Hecî Heme dibêje: Nabe ti îtîraz di rêkarên hilbijartinan de berî şeş mehan bên pêşkêşkirin, tenê çend roj li ser destpêkirina kampîna hilbijartinan maye.
Got jî: Armanca vê giliyê paşxistina hilbijartinan e, lewra me îtîraz li dijî biryara Komîsyonê pêşkêşî Desteya Dadwerî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir.
Me îtîrazê li rêkarên Komîsyonê kirBerpirsê Navenda Yasayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Teler Latîf ji PUKMEDIA re ragihand: Me bi rêya berpirsê ofîsa hilbijartinan îtîrazek li dijî biryara Komîsyona Bilind a rawestandina proseyên teknîkî yên derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de pêşkêş kir.
Herwaha got: Ev biryar ziyanê digehîne herêma Kurdistanê û ezmûna demokrasiyê û dê bandorek neyînî li ser herêma Kurdistanê bike.
Yekîtiya Niştimanî piştgiriya lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike
Teler Latîf dibêje: Em piştevaniya lidarxistina hilbijartinan di roja diyarkirî de dikin, ji ber ku paşxistina wan zererê dide Herêma Kurdistanê û nabe partiyeke siyasî ku ji ketina hilbijartinan ditirse, hincetan ji bo paşxistina hilbijartinan çêbike.
Got jî: Berê van kesan hikmeta federalî nas nedikirin, lê niha ji bo rawestandina hilbijartinan serî li wê yekê didin.
Nabe îtiraz li Hilbijartinan bê kirin
Talar Letîf dibêje: Heya
şeş meh beriya hilbijartinan îtiraza ti yasa û prosedurek nayê kirin û her kesê
ku giliyê dadweriyê bike tenê armanca wê paşxistina hilbijartinan e û me jî
îtirazê li desteya dadwerî ya Desteya Bilind a Serbixwe kir. Komîsyona Hilbijartinê.
Wê got jî: Em li benda
biryara desteya dadwerî di komîsyona bilinda serbixwe ya helbijartinan de ne û
emê rêkarên din ên yasayî werbigirin, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê piştevaniya paşxistina hilbijartinan nake û dixwaze vê mafê yasayî û
destûrî cîbicî bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

