Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
Kurdistan 10:49 PM - 2024-05-07
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil bi Kimberly Harrington re hevdîtin dike
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Washingtonê li gel cîgira alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên enerjiyê Kimberly Harrington civiya.
Di civîna ku bi amadebûna Berpirsê Buroya Peywendiyan Derbaz Kosret Resûl birêveçû, tekezî li ser pêşxistina peywendiyan di çarçoveya xizmetkirina berjewendiyên hevbeş û pêşxistina jêrxana aborî û enerjiyê kir.
Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser hewlên YNKê ji bo danîna siyasetek niştimanî ya pêşkeftî ji bo sektora enerjiyê da ku bibe çavkaniya geşbûnê ne ku bibe sedema nakokiyan û got: “Em ê bi berpirsyarî bi vê pirsê re mijûl bibin û armanca me xizmetkirina gel û pêşxistina welat e, ji bo vê yekê jî emê li gel dostên xwe yên li Bexdayê gotûbêj bikin û bi perspektîfeke nû hewl bidin ku bi hev re kar bikin û welat ber bi aramî û bexteweriyê ve bibin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

