Li Kurdistanê qanûnên nezelal ji bo bêdengkirina rojnamevanan
Kurdistan 05:00 PM - 2024-05-07
PUKMEDIA
Logoya Human Rights Watch
Raporeke din a navneteweyî rewşa azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê di sala 2023an de bi xirabî rave dike, ku her diçe hejmara raporên navneteweyî li dijî hejarên mafên mirovan li Herêma Kurdistanê zêde dibe.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) dibêje:’’ Çend qanûnên nezelal nivîsandiye ji bo armancgirtin û bêdengkirina rojnamevan, çalakvan û siyasetmedarên hevrik hatine bikaranîn."
Azadiya derbirînê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî neyînî tê binavkirin
Di raporta xwe ya dawî ya salane de, Human Rights Watch bi nerênî behsa azadiya raderbirînê li Iraq û Herêma Kurdistanê dike, ku dê bibe sêyemîn raporta navdewletî ku bi nebaşî behsa azadiya çapemeniyê û mafên mirovan dike.
Wezareta Derve ya Amerîka û Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) pêştir raportên salane belav kiribûn ku tê de azadî li Herêma Kurdistanê ne “ewle” binav kiribû.
Human Rights Watch di raporê de wiha dibêje:"Li Iraq û Herêma Kurdistanê di sala 2023an de qanûnên nezelal hatine nivîsandin ji bo armancgirtin û bêdengkirina rojnamevan, çalakvan, siyasetmedarên hevrik û çavdêran hatine bikaranîn."
"Di piraniya haletan de, giliyên îftirakirinê yên derewîn kêmtir ji bo îsbatkirina tawanan hatine bikar anîn, ji bikaranîna proseya yasayî wek ceza yan rêyek ji bo kontrolkirina çalakiyên mirovî Human Rights Watch di raporta xwe de li ser herêmê got.''
Human Rights Watch di rapora xwe ya sala 2023-an de li ser azadiya çapemeniyê, "Iraq û Herêma Kurdistanê" di heman astê de û bê cudahî binav dike.
Herî zêde binpêkirin li Hewlêr û Bexdayê hene
Sekreterê Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê (KUJ) Şaxê Silêmaniyê Karwan Enwer ji PUKMEDIA'yê re got: "Hat nîşan dan ku herî zêde binpêkirinên li ser rojnamegeran li her du paytext (Bexda û Hewlêr) hene.Got jî: “Giliyên li ser Hewlêrê li ser binpêkirina rojnamevanan ji bo hêzên navxwe û asayişa Herêma Kurdistanê ve ye û rêgirtina li xwepêşandanan li Hewlêrê mijareke dinê raportê ye.’’ Karwan Enwer wiha dibêje.
Rayedarên herêmê guh nadin qanûnan
Raya giştî û civaka navdewletî dilgiraniya xwe derbarê rewşa rojnamevanan li Herêma Kurdistanê nîşan dane, ji ber ku desthilatên herêmê rêzê li mafên rojnamevanan nagirin.
Li gorî qanûnan tevnagerin û dixwazin medya li gorî daxwaza wan tevbigere
Nûnerê Girtiyên Badînanê Ayhan Seîd ji PUKMEDIA re wiha got: “Binpêkirina madeya 13 ya ragihandina cîhanî ya mafên mirovan li dijî rojnamevan û çalakvan Şêrwan Şêrwanî, ji me re dibêje ku rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê guh nadin yasayên navdewletî û dixwazin medya li gorî daxwaza xwe kar bikin.
“Em di wê baweriyê de ne ku piştî dilgiraniya raya giştî ya herêmê û civaka navdewletî, divê zihniyeta niha ya polîs li Herêma Kurdistanê bi têra xwe were guhertin û rewşa nebaş ku navûdengê herêmê xera kiriye, were rastkirin.’’Nûnerê girtiyan li Badînan got.
Amnesty International: Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
tometên derew bikar tînin
Berê jî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya
salane de wiha gotibû:“Tevî ku diviyabû ew kesên ku rexne li hikûmeta Herêma
Kurdistanê kiribûn ji dadgehên Herêma Kurdistanê bên berdan û di nav wan de
rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî jî hebûn, lê rayedarên Herêma
Kurdistanê tometên nû yên derew li dijî wan derxistin û ew di zindanê de hiştin
û li 2020’an piştî darizandinek neheq."
Wezareta Derve ya Amerîkayê: Muameleya xirab li rojnamevanan hatiye kirin.Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta xwe ya salane ya derbarê rewşa azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê de got:“Rewşa rojnamegeran xerabtir dibe,pêşî li girtinên keyfî bigirin û hişyarî dide ku divê rojnamevan bê tirs kar bikin û rê li ber cudakariya li ser bingeha nêzîkbûna siyasî, tacîz û girtinên keyfî bigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

