YNKê li dijî giliya Mesrûr Barzanî serî li Dadgeha Federalî da
Kurdistan 02:47 PM - 2024-05-07
PUKMEDIA
Logoya YNKê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li dijî giliya Mesrûr Barzanî serî li Dadgeha Federalî da, ji bo rêgirtina li paşxistina hilbijartinan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber paşxistina hilbijartinên Parlamentoyê li Dadgeha Federalî doz li Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe vekir.
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokê lîsteya YNKê li Hewlêrê Şalaw Kosret Resûl daxwaznameyek pêşkêş kir ji bo berjewendiya komîsyonê û lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de serî li serok û endamên Dadgeha Bilind a Federalî da.
Daxwaza Şalaw Kosret Resûl amaje bi wê yekê dike ku, pêşkêşkirina daxwaza serokwezîr berovajî teksta madeya (19/2) ya yasaya jimare 31 a sala 2019 a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ye, ku dibêje: Biryarên Encûmena Komisyonan nabe li ser îtiraz li cihekî din bê kirin.
Dema vekirina dozê berovajî teksta benda (23) ya rêziknameya dadgehê ye ku dibêje:(Piştî şeş mehan ji diyarkirina roja hilbijartinan, tu îtîraz li ti yasaya hilbijartinê û metneke hilbijartinê nayê kirin, daxwaza Barzanî di demekê de ye ku tenê mehek maye ji roja hilbijartinan re ku bi biryarnameya Serokê herêmê hatiye diyarkirin li gor yasaya Herêma Kurdistanê û biryara Dadgeha Federalî jimare 83 û hevrehên wê di 131 û 185/Fedral/2 de.
Di metna daxwaznameyê de wiha tê gotin: Rawestandina karê komîsyonê di vê dema krîtîk de ku ji roja hilbijartinan re demek pir hindik maye û komîsyonê girêbestên têkildarî hilbijartinê temam kirine, di nav de çapkirina formên dengdanê û makîneyên dengdanê li ser ji aliyek din ve hewlên partiyan û berbijêran vala derdixe, ji bilî wê jî ziyanê digihîne gelê Kurd di avakirina hikûmeteke hilbijartî de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

