Komîsyon: Nimûneyên pusûleyên dengdanê yên giştî û taybet hene
Kurdistan 11:10 AM - 2024-05-07
PUKMEDIA
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku dê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê wê bê lidarxistin û hemû amadekarî û xebatên komîsyonê yên ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li gorî bernameya xwe berdewam dikin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:"Komîsyonê amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ranewestandiye û berdewam e û ofîsên komîsyonê li parêzgehên Herêma Kurdistanê kar dikin û rojane kartên dengdana biyometrîk pêşkêşî dengderan dikin."
Li gor zanyariyên PUKMEDIA yê, di heyama çar mehên borî de 818 hezar û 997 kartên nû yên biyometrîk hatine çapkirin, ji wan 290 hezar û 653 kartên dengderan hatine dayîn û 528 hezar û 344 kart jî mane ku bên belavkirin.
Li Herêma Kurdistanê 173 navendên tomarkirina dengderan hene û parvekirina kartên dengdanê berdewam e, heta niha li parêzgeha Hewlêrê 99 hezar û 972 kartên dengdanê, li parêzgeha Silêmaniyê 115 hezar û 326 kartên dengdanê û li parêzgeha Duhokê jî 75 hezar û 355 kartên dengdanê hatine parve kirin û bi giştî 290 hezar û 653 kartên dengdanê li dengdêran hatine belavkirin.
Di çarçoveya amadekariyên komîsyonê de ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dest pê kir.
Bi çapkirina nimûneyên pusûleyên dengdanê ku navên partî û hevpeymanan û hejmara namzedên beşdar di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de ne, pusûleyên dengdanê çar form bo dengdana giştî û kaxezek taybet bo dengdana taybet, çar model ji bo Silêmanî, Helebce, Hewlêr û Duhok, Çar pusûleyên dengdanê bo dengdana giştî û yek jî bo dengdana taybet.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

