YNK ji bo 2 salan parêzgariya Kerkûkê razî nabe lê PDK razî ye
Kurdistan 09:47 PM - 2024-05-06
Malpera Hesen Turan
Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan
Serokê Eniya Tirkmenî dibêje, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) razî nîye posta parêzgariya Kerkûkê bi du salan ware parvekirin lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) razî ye.
PDK, Ereb û Tirkmen jî memnûn in
Serokê Eniya Tirkmenî Hesen Turan dibêje:“YNK razî nabe ku 2 sal îdareya Kerkûkê bê dayîn bo aliyekî din, ango 2 sal parêzgar û serokê encûmenê bê guhertin.’’
Her wiha got: “Ji bilî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ereb, Tirkmen û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî ji vê pêşniyarê razî ne. Hesen Turan di bernameya diyalogê ya Şerqiye Newsê de daxuyanî da.
YNK yekeme û parêzgarê Kerkûkê heqê wê ye
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê de 5 kursî bidest xist.
Endamekî Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji PUKMEDIA re ragihand:“YNKê posta parêzgariya Kerkûkê wek mafê kurdan dibîne û di nav kurdan de jî wek serkeftiyê hilbijartinan layiqî YNKê dibîne.
Di vî warî de Dr. Ehmed Fatîh Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji PUKMEDIA re ragihand: “Di navbera aliyên serkeftî de ti rêkeftinek ji bo pêkanîna encûmena parêzgehê çênebûye û hewlên di vî warî de berdewam in û YNK jî li gel beşdariya hemû pêkhateyan e.
Îtîlafa Kerkûkê %43 dengan heye
Di 18ê Kanûna 2023an de, hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li Kerkûkê birêve çû, ku tê de hevpeymaniya Kerkûkê ya di navbera YNK û Komûnîstan de li parêzgehê herî zêde deng bidest xist û bi 157 hezar û 639 dengan ango bû hêza yekem ji hemû pêkhateyan 43 % dengan li parêzgehê û pênc kursî bi dest xistin.
Li Kerkûkê Kurdan 242 hezar û 716 deng (7 kursî), Ereban 212 hezar û 89 deng (6 kursî), Tirkmenan 97 hezar û 870 deng (2 kursî) û Xirîstiyanan jî 1703 deng (1 kursî) bi dest xistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

