Talebanî: Çavkaniyên me yên mirovî yên baş hene û ne rêxistinkirî ne
Kurdistan 07:18 PM - 2024-05-06
PUKMEDIA
Talebanî û şandeke Wezareta Xwendina Bilind û Zanîngehên Urdinê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke Wezareta Xwendina Bilind û Zanîngehên Urdinê bi serokatiya Dr. Meîmûn Aldûbî kir.Di civînê de behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên akademîk di navbera her du aliyan de hat kirin.
Di destpêka civînê de, ku roja duşemê 06.05.2024ê li bajarê Hewlêrê birêve çû, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê Aram Mihemed Qadir û Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad El Mecelî jî smede bûn.
Di civînê de behsa peywendiyên dîrokî yên navbera Urdin û Kurdistanê hate kirin û rola Serok Mam Celal weke afirînerê vê peywendiya dîrokî hate nirxandin û tekez li ser hevkarî kirina zêdetir bihêztir kirina peywendiyan di warên curbicur de hate kirin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de Cîgirê Serokwezîr civîna xwendina bilind a Urdin û Kurdistanê bilind nirxand û amaje bi giringiya civînê ji bo bihêztir kirina peywendiyên akademî yên di navbera her du aliyan de kir.
Şanda mêvan amadebûna welatê xwe ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê di warê pêşxistina beşa xwendina bilind de nîşan da. Li ser giringiya îmzakirina peymanek ji hevtêgihîştinê di navbera zanîngehên herêmê û Urdun de ji bo pevguhertina ezmûnan û xurtkirina peywendiyên akademîk, bi taybetî di warên tenduristî, tûrîzm û jîngehê de her du alî hemfikir bûn.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr got ku pêwîste zanîngeh di geşepêdana deverê de zêdetir rola xwe bilîzin û li gorî pêdiviyên bazarê werin guhastin. Wî got: Çavkaniyeke mirovî ya gelek baş li Kurdistanê heye, lê bi awayekî baş nehatiye organîzekirin û li gorî pêwîstiyên bazarê nehatine adaptekirin, lewma divê zanîngeh di vî warî de xwe pêş bixin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

