Serok BafIl û Sûdanî: Divê qanûn bibin bingeh derbaskirina kêşeyan
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-03
PUKMEDIA
Serok Bafil û Mihemed Şeya Sûdanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi
Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeya Sûdanî re civiya.
Di civînê
de pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û ewlehî û mijarên bi aliyê niştimanî hatin
gotûbêjkirin û tekezî li ser serkeftina hewlên ji bo cîbicîkirina bernameya
çaksaziyê û xizmetguzariyê kirin.
Di civînê
de peywendiya di navbera aliyan û berdewamiya diyaloga avaker weke baştirîn
bijarde ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û ortaqiya rastîn
dupat kirin. Wan daxwaz kir ku yasayên cîbicîkar bibin bingeh ji bo
derbaskirina astengan û hemû hewlên bo xizmetkirina gel û aramiya welat.
Di civînê
de pabendbûna xwe bi cîbicîkirina bernameyên çaksaziyê û pêşkêşkirina
xizmetguzariyan ji hemûyan re bê cudahî dupat kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

