Qubad Talebanî: Em paşxistina hilbijartinan red dikin û rûbirûy her hewldaneke paşxistinê dibin
Kurdistan 05:51 PM - 2024-05-02
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Maxim Rubin Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma
Îro pênşemê 02.05.2024 Qubad Talebanî Cîgirê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Maxim Rubin Konsulê Giştî yê Rûsyayê li
Herêma Kurdistanê kir û li gel wî pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û
çend pirsên din derbarê mijarên hevpar de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de Qubad Talebanî helwesta
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya derbarê hilbijartinan de zelal kir û got:
“Em bi temamî paşxistina hilbijartinan red dikin û emê li hember her hewleke ku
li dijî lidarxistina hilbijartinan biseknin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, behsa
peywendiyên herêmê bi welatên cîran re hat kirin û cîgirê serokwezîr amaje bi
wê yekê kir ku, em hertim li gel pêkanîna peywendiyên asayî û hevseng li gel
hemû welatan û bi taybetî welatên cîran bûne û got: Herêm ti carî nebûye
çavkaniya metirsiyê li ser ti aliyekî.
Her du alî behsa rewşa parêzgeha Silêmaniyê jî
kirin û konsulê giştî yê Rûsyayê kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftina berçav a
ku di serdana xwe ya dawîn de ji bo Silêmaniyê di warê veberhênanê de dîtiye
nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Qubad Talebanî behsa pirsgirêk
û astengiyên ku di dema borî de li pêşiya karê sermayedaran bûne, got: “Lê di
heyama 2 salên borî de me çend gavên baş di warê kêmkirina pirsgirêkên li
hember karê sermayedaran hatine avêtin, û tekez kir ku ew ji nêzîk ve çavdêriya
çawaniya pêşkeftina karûbarên sermayerazandinê dike, û hemû hêsankariyan
pêşkêşî wan dike, ku nîşan dide ku ev gav bandoreke rasterast li bilindkirina
asta veberhênanan li Silêmaniyê dikin, lewra parêzgar di sala borî de li Êraqê
di rêza yekem de bû di warê veberhênanê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

