Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-02
PUKMEDIA
Dije Teror
Roja
Pêncşemê, Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê ragihand.
Rêveberiya
Dijî Terorê di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ketiye destê PUKMEDIA re ragihand:
Di operasyonekê de bi serperiştiya hêzên Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê û bi
hevkariya Firqeya Komando ya Operasyonên Kerkûkê û Hêzên Siwat ya girêday asayîşa
Kerkûkê terorîstekî tê xwestin hat girtin.
Daxuyaniyê
her wiha got: Terorîstê girtî (H.M.S.) di sala 1995`an de ji dayîk bûye, di
sala 2014`an de bi rêya fermandarê leşkerî yê beşa El-Reşad tevlî rêxistina
terorîst a DAIŞê bû, û piştre jî weke leşker beşdarî gelek şerên li dijî hêzên
ewlehiyê bû.
Di
berdewamiya daxuyaniyê de hatiye: Piştî rûxandina rêxistina terorîstî li Êraq,
ew terorîst derbasî Kerkûkê bû ji bo cezakirina wî radestî dezgeha dadweriyê
hat kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

