YNKê: Emê li dijî her hewleke nerewa ya paşxistina hilbijartinan in
Kurdistan 11:32 PM - 2024-05-01
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Rêheval Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civînek lidar xist û bi tundî her hewlek otorîter û gotegotên li ser rêkeftina di navbera partiyan de ji bo paşxistina hilbijartinên parlementoya 10-6-2024’an şermezar û red kir. Piştgiriya xwe ji bo berdewamiya tedbîrên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo serkeftina hilbijartinên heman rojê dûpat kir.
Mekteba siyasî di civîna îro (1-5-2024) de ku li Dabaşanê birêve çû, ji bo parastina mafên demokratîk ên gelê Kurd, biryar da ku li hember hewlên nerewa yên paşxistina hilbijartinên pêşbînîkirî, hemû tedbîrên yasayî û xebatên berfireh ên siyasî û dîplomatîk werbigirin.
Di civînê de ji her kesî re ji geşedanên tirsnak hişyarî da, ku her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan, her çend berevajî biryarên Dadgeha Federalî û tedbîrên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan be, dê bibe xefkek mezin.Di Pêvajoya siyasî ya Kurdistanê de ku di dawiyê de ti baweriyek ji bo îradeya guhertina demokratîk û navûdengê saziyên Herêma Kurdistanê nahêle û rewatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku niha li ser deshilatê ye bi awayekî cidî dixe ber pirsê.
Mekteba Siyasî hewildanên bi vî rengî yên paşxistina îmtiyazên demokratîk dinirxîne û ji bilî berçavgirtina berjewendiyên teng ên ku xwe ji proseya hilbijartinan vedişêrin, ti hincetek ji bo wan nîne.Ew li dergehek neheq digerin ku dê wan vegerîne piraniyek bi zorê û pêş-ewlekirî. Ji ber vê yekê jî em dibêjin, ti carî nabin beşek ji tiştên jêr bi jêr û her hevdîtinek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin.
Biryara civînê ev e ku YNK mafên demokratîk yên gelê me biparêze:
- Her wiha dê bi rêya yadaştnameyên fermî û hevdîtinên eşkere û cidî, dostên proseya siyasî ya Kurdistanê, Iraq, civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî ji pabendbûna xwe ya demokratîk agahdar bike.
- Li gel hêzên Kurdistanî yên ku doza pabendbûna bi dema hilbijartinê re dikin, dê bi lihevkirina netewî yekîtî û demokrasiyê xurt bike.
- Dê serî li giliyên yasayî bide û li gor destûra Iraqê û yasayên cîbecîkar paraztinê li vî mafê gelê me bike.
Her wiha bang li her kesî tê kirin ku piştgiriyê bidin vê têkoşîna legal û demokratîk.
Di dawiyê de civîna Mekteba Siyasî ya YNKê vegerî raya giştî ya gelê Kurd û dengderên nû yên proseya hilbijartinan ku bo yekem car vî mafê demokratîk bi kar tînin, bila em bi hev re ezmûna demokratîk a Kurdistanê biparêzin û erka rastkirina rêbaza rêveberiya herêmî bi cih bînin, ku tenê bi hilbijartinên adil û di dema xwe de pêkan e.
Ber bi serkeftina bijardeya hilbijartinê ve û rizgarkirina herêmê ji metirsiya rawestan û bêrûmetkirina saziyên wê.
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

