Parlamenterekî YNKê ji bo qerebûkirina Helebceyê 85 îmze kom dike
Kurdistan 07:11 PM - 2024-04-29
PUKMEDIA
Bîrdariya Şehîdên Helebce
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê, li parlamentoya Iraqê 85 îmze hatine komkirin.
Endamê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Çiro Hema Şerîf ji PUKMEDIA re ragihand:“Me îmzeya 85 parlementerên fraksiyonên cuda kom kir ji bo qerebûkirina xizmên qurbaniyên kîmyabarana Helebce û welatiyên bajêr, ji ber ku 21 sal in rejîma Baas ketiye û ziyan nedaye qurbaniyan."
"Ev 85 parlamenterên ku piştgirî didin daxwazê ji fraksiyonên cuda ne, di nav wan de parlamenterên ereb jî hene û Serokê Parlamentoyê bi wekalet ji bo qerebûkirinê daxwazname pêşkêşî aliyên peywendîdar kiriye û di demek nêzîk de dê ev daxwaz bikeve proje yasayê." got.
Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baasê Helebce bi çekên qedexekirî yên kîmyewî bombebaran kir û di encamê de jin, zarok, extiyar û ciwan zêdetirî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.
PUKMEDIA
Wêneyê name û îmzayên hinek endamên parlamentoya Iraqê
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

