Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
Kurdistan 03:39 PM - 2024-04-28
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştîmanî
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê pabendî biryara civîna dawî ya serkirdayetiyê ye û ne li gel
paşxistina hilbijartinan e û hemû amadekeriyên ji bow ê bi dawî kiriye û li gor
tîropişkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, lîsta 129 dane YNK'ê.
Çavkaniyekî ji serkirdatiya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku nexwest navê xwe eşkere bike, di
hevpeyvînekê de ligel Gelî Kurdistanê de got: ew gotegotên ku dibêjin YNK razî
bûye ji bo paşxistina hilbijartinên parlamentoyê red bike û got: Ev gotegot
dûrî rastiyê ne û YNK pabendî biryara civîna dawî ya Encûmena Serkirdatiyê ye û
tekezî li ser lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike.
Çavkaniya han eşkere kir ku
YNK beşdarî ti civînan nabe û di ti hewldaneke bo paşxistina gera şeşem a
hilbijartinên parlementoyê de beşdar nabe.
Amaje bi wê yekê jî kir ku weke
her car em dûbare dikin ku biryara paşxistina hilbijartinan ne di desthilata ti
aliyekî siyasî de ye û her propagendeyek di vî warî de ji bo xapandina raya
giştî ye.
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê ji bo her çar bazneyên hilbijartinê li Helebce, Silêmanî, Hewlêr û
Duhokê namzedên xwe eşkere kir.
Berpirsê Buroya Hilbijartinan a YNK'ê Rizgar Hacî Hema ji PUKMEDIA'yê re
ragihand: "YNK'ê hemû amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya
Herêma Kurdistanê ku biryar10-6-2024'an bên kirin, kirine û wê bi hejmara 129
beşdarî hilbijartinên bê yên parlamentoyê bibe û li gorî bernameya komîsyonê em
xwe ji bo qonaxên bê yên hilbijartinan amade dikin.
Encûmena
Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 18.4.2024 daxuyaniyek belav
kir û tê de got: “Hevalên encûmena serkirdayetiyê nêrîna xwe li ser pêşxistina
ezmûna me ya netewî, parastin û bihêzkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê anîn
ziman. “Hemwelatî tenê bi hilbijartinên pak û dadperwer di dema xwe de tên
bidestxistin, ku dê parlamentoyek bihêz û hikûmetek bihêz û xizmetguzarî pêk
bîne, ku ev yek ji bo yekrêziya tevgera siyasî û paşeroja gelê me girîng e.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hilbijartinên dahato derfetek e ji bo
pevguhertina demoqratîk a desthilatê û nûkirina proseya siyasî di çarçoveya
proseya siyasî ya Êraqê de ku bi serbilindî û yekrêzî li ser mafên xwe yên
destûrî, yasayî û niştimanî îsrar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

