Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26
Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafil
Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya 48 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê pîrozbahî kir û ragihand:“Em hertim di wê baweriyê de ne ku xwendekar û ciwan rihê vê civakê ne û hemû guhertin û pêşketin dê bi destê wan pêk bê.’’
Teksta peyamê;
Bi helkefta 48 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li xwendekar û ciwanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê û pêşerojeke geş dixwazim.
Em hertim di wê baweriyê dene ku xwendekar û ciwan rihê vê civakê ne û hemû guhertin û pêşketin dê bi destê wan pêk bê.
Ji ber vê sedemê û li gorî daxwazên wan ên îro me biryar da ku sîstemek cûda bipejirînin û ji şiyan û jêhatîbûna xwendekaran sûd werbigirin û Komeleya Xwendekarên Kurdistanê nû bikin, her wiha bi bername û stratejiyek cuda xebatên xwe yên zanistî û çandî bidomînin û bibe stasyonek ji bo perwerdekirina nifşek nûjen û pêkanîna daxwazên wan.
Berpirsiyariya serperiştiya komeleyê ji bo min şerefeke mezin e ku ez bikarbim li kêleka ciwanên welatê xwe ji bo pêşerojeke geştir bixebitim.Ji bo welatê me, parastina mafên wan, ji bo bidestxistina daxwazên wan û ji bo afirandina guhertinên radîkal di sektora perwerde û xwendina bilind de alîkar bibim.
Bextewar û Serfiraz bin
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

