Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Îraq 03:59 PM - 2024-04-22
PUKMEDIA
Serokên Iraq û Tirkiyê
Serokomarê Iraqê pêşwaziya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got: “Pêwîste pirsgirêkên navbera her du aliyan bi diyalog û jihevtêgihiştinê bên çareserkirin.’’
Îro Duşeme 22-4-2024’an, Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd li Koşka Selam a Bexdayê pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û şanda pê re kir ,di civînê de li ser xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan û mekanîzma pêşxistina hevkariyê di warên curbicur de gotûbêjên dualî kirin û tekez li ser pêwîstiya hemahengî û xebata hevbeş ji bo gihîştina çareseriyên guncaw ji bo pirsgirêkên ewlehî, aborî û çavkaniyên avê kirin.
Serokkomar tekez kir:"Iraq pabend e ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re ku di warên dîrokî, aborî, bazirganî û çandî de xizmeta berjewendiyên hevpar bike.Wan li hev kirin ku pirsgirêkên di navbera her du welatan de çareser bikin.
Serok her wiha tekezî li ser giringiya kar û hemahengiya hevbeş ji bo rûbirûbûna terorîstan, dabînkirina asayîşa hevbeş bo her du welatan û navçeyê, parastina sînoran û rûbirûbûna destdirêjiyên li dijî welatên cîran kir.
Di heman demê de, Serokomarê Tirkiyê kêfxweşiya xwe ji bo serdana Iraqê nîşan da û pêşketinên li Iraqê di astên cuda de bidest ketine bilind nirxand û tekîd li ser giringiya peywendiyên her du welatan û pêşxistina wan kir.
Erdogan got: "Her du welat di warên curbecur de bi peywendiyên cuda ve girêdayî ne ku xizmeta hevahengiya hevbeş dike û di berjewendiya gelên Iraq û Tirkiyê de ye."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

