Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19
Dije Teror
Rudawa li Serçinar, Silêmanî
Dije
Teror û Asayîşê lêkolînê li ser rûdawa teqîna otombêla li Serçinar dikin û
ragihand ku encama dawî û rast ya li ser teqînê tê belav kirin.
Rêveberiya
Giştî ya Dijî Terorê di daxuyaniyekê de ragihand ku kopiyek ji malpera fermî ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) PUKMEDIA re hatiye şandin ku Lêkolînên
derbarê teqîna otombîlekê li taxa Serçinar a Silêmaniyê berdewam dikin û
encamên dawî yên lêkolînê û rastiya bûyerê dê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bên
eşkerekirin.
Di heman
demê de Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku êro 19-4-2024 demjimêr
12 li taxa şehîdanî Serçnarê teqînek rû da û ti ziyanek canî çênebû û yekser bi
hatina hêzên ewlehiyê ve lêkolîn li ser bûyerê destpê kir, niha hêzên ewlehiyê
li cihê bûyerê dimînin ji bo dewamkirina lêkolînê.
Xwediyê
otomobîlê Ata Serawî ji medyayê re ragihand: “Em bi armanca mîvandariyê hatin
Silêmaniyê û piştî ku otomobîla xwe rawestand û çû xwaringehekê, dengek bilind hat
û dûman bilind bû sukir ji xwedê re em sax in û ti ziyanên canî çênebûne, lê
mixabin otombêlên welatiyên ku li nêzîkî otombêla me rawestiyane, ziyan dîtine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

