Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18
PUKMEDIA
Civîna Encumena Serkirdeyetî
Îro pênşemê 18.04.2024ê Encûmena Serkirdatiya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê civiya.
Di daxuyaniya civînê de wiha hat gotin:
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê bi serperiştiya Serok Bafil Celal Talebanî civiya û di civînê de
bidawîbûna amadekariyên Yekîtiya Niştimanî bo lidarxistina hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê di roja 10/6/2024ê de piştrast kir.
Di destpêka civîna han de ku îro 18.04.2024 li
bajarê Silêmaniyê hate encamdan, Serok Bafil pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya
Kurdistan û Êraqê şîrove kir û balkişand li ser pêgeha pêşkeftina Yekîtiya
Niştimanî li ser astê Kurdistan, Êraq û deverê ragehandin ku ev yek encama
gotubêj û yekrêziya serkirdayetiya û duristiya siyasetên Yekîtiya Niştimanî ye
ku bûye hêviyek ji bo gelê me.
Encumena Serkirdayetiyê gotûbêjeke berfereh
derbarê amadekariyên ofîsa hilbijartinan û xebatên komîteyên pêwendîdar kir û
herwiha nirxandina bername û gotara siyasî ya Yekîtiya Niştimanî di dema kampîna
hilbijartinan li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê kir.
Endamên encûmena serkirdayetiyê nêrîn û
çavdêriyên xwe anîn ziman û di wê encamê de serkeftin û geşbûna ezmûna me ya
niştimanî, parastin û bihêzkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê û garantîkirina
jiyan û debara hevwelatiyan bi tenê pêkan e tenê bi lidarxistina hilbijartinên
dadmendî di roja diyarkirî de pêk tê, ku bibe sedema damezrandina parlamentoyek
bihêz û hikûmetek bihêz û xizmetkar derfetek bo veguheztina demoqratî ya
desthilatê û nûjenkirina proseya siyasî û bi vî awayî dabînkirina mafên me yên
destûrî, yasayî û niştimanî di çarçoveya proseya siyasî ya Êraqê de bi yekrêzî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

