Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
Kurdistan 10:19 PM - 2024-04-17
Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafi
Serok Bafil bi Seyîd Emmar Hekîm re dicive
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi Serokê Tevgera Hîkme Seyîd Emmar Hekîm re civiya.
Di civînê de Endamên Mekteba Siyasî Derbaz Kosret Resûl û Qubad Talebanî amade bûn. Her di vê hevdîtinê de behsa guhertin û aloziyên navçeyê kirin û tekîd li ser diyaloga berpirsane û avaker di navbera hêz û aliyên siyasî de kir ji bo serxistina proseya siyasî û parastina aramiyê li welat.
Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê mijareke dinê civînê bû û her du alî tekez li ser giringiya hilbijartinan ji bo pêşdebirina proseya demokratîk û pêkanîna rêveberiyeke saxlem ku bibe sedema aramiya siyasî û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir, kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

