Ermenîstanê sersala Êzdiyan weke cejneke fermî hat îlankirin
Kurdistan 04:19 PM - 2024-04-16
PUKMEDIA
Civîna Parlamentoya Ermenistanê
Parlamentoya Ermenistanê roja Sêşemê deng da ku sersala Êzdiyan weke cejneke fermî îlankirin.
Êzdî li Ermenîstanê civaka duyemîn in.
Şêwirmendê Parlamentoya Kurdistanê bo Karûbarên Jenosayd û Enfalkiriyan Nasr Karam Nasr ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:’’Parlamentoya Ermenîstanê ji bo êzdiyên li welêt sersala êzdiyan weke cejneke fermî îlankirin.’’
“Êzdî civaka duyemîn li Ermenîstanê ye, her çend ji hin mafan bêpar mane jî, lê piştî qirkirina bi destê terorîstên DAIŞê, niha cîhan ji bo dayîna îmtiyazan ji bo Êzdiyan re hevrikiyê dike, berê jî di 16ê Çileya 2018an de parlamentoya Ermenistanê,trajediya ku li Iraqê hat serê êzdiyan, wek jenosîd hat qebûlkirin. Îro biryara ku sala nû ya êzdiyan bibe cejneke fermî ya êzdiyên li welêt, naskirina hebûna êzdiyan e ku duyemîn civaka li Ermenîstanê ye." wî got.
Zêdeyî hezar û 290 welatiyên Êzidî şehîd bûn
Roja 3ê Tebaxa 2014ê, terorîstên DAIŞê Şingal dagîr kirin û zêdetir ji 1290 welatiyên êzîdî kuştin, ji wê bûyerê heta niha zêdetirî 70 gorên komî û bi dehan gorên ferdî li Şingalê hatine dîtin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, sibe 17-4-2024 ku hevdem bi sersala Êzdiyan re ye, li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye. Ti saziyên hikûmetê vekirî nînin, di heman demê de parlamentoya Ermenîstanê îro sersala Êzdiyan ji bo Êzdiyan cejneke fermî ragihand.
Navên Êzdiyan wê di Salnameya Komkujiya Ermeniyan de bên weşandin
Kadroyê payebilind ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ezzat Cundî ku beşdarî rûniştina îro ya Parlamentoya Ermenistanê bû, ji PUKMEDIA re axivî û got:’’ Digel ku sersala Êzdiyan ji bo Êzdiyên Ermenîstanê wek cejneke fermî hat îlankirin, parlementoya Ermenîstanê biryara salnameya jenosîdê Ermenî ku her sal tê weşandin, divê navê hemû Êzdiyên ku di jenosîda 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê şehîd bûne jî biweşînin.”
“Dê Salnameya Komkujiya Ermeniyan a 103 salî dê were weşandin û li gorî biryara îro ya Parlamentoya Ermenîstanê, qirkirina Êzidiyan wê di meha Nîsanê de bikeve Salnameya Komkujiyê.Di 24’ê Nîsana 1915’an de Qirkirina Ermeniyan her sal ,salnameya jenosîdê diweşîne” Ezzat Cundî got.
Jenosîda êzdiyan a li Şengalê di sala 2014’an de bû sedema berteka navxweyî û navneteweyî û di vê çarçoveyê de parlamentoya Almanya, Belçîka, Kanada, Awustralya û çend welatên din ew karesat wek jenosîd nas kirin û şermezar kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
08:57 PM - 2026-08-23
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23




.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

