Fraksiyona YNKê daxwaza mafên girtiyên siyasî yên Herêmê dike
Kurdistan 01:22 PM - 2024-04-15
PUKMEDIA
Salona Encumena Nûnerên Êraqê
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nameyeke fermî de daxwaz ji
parlamento û serokwezîrê Êraqê kir ku qanûna girtiyên siyasî serast bikin.
Di wê çarçoveyê de îro
Duşemê 15-4-2024, yekem xwendina proje yasaya girtiyên siyasî tê kirin ku
piştir ji aliya komîteya girtiyên siyasî û komîteya yasayî ve hatine
amadekirin.
Di vê derbarê de endama Komîteya
Şehîdan, Qurbaniyan û Girtiyên Siyasî li civata nûneran Çiro Heme Şerîf ji
malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragehand: Di
rûniştina îro ya encumena nûneran de eê xwendina yekem a pêşniyara qanûna
serrastkirina duyemîn ya qanûna Saziyên Girtiyên Siyasî ya jimare (4) ya sala
2006’an pêk were. Me daxwaz kir ku girtiyên siyasî yên Herêmê sûd ji imtiyazên
ku hikûmeta federal daye girtiyên Êraqî werbigrin.
Endamê fireksiyona Yekîtiya
Niştimanî ya parlementoyê her wiha got: Gelek îmtiyaz ji bo girtiyên siyasî li Êraqê
hene, ku hevtayên wan ên li herêmê ji wan bêpar in, wek dayîna pere, îmtiyazên
madî û yekîneyên rûniştinêji ber wê em dixwazin mafên girtiyên kurd pêdin ji ber
ku gelê kurd zerarmendên herî mezin bûn ji zulm û pêkanînên rêjîma Beis ya
hilweşiyayî bû.
Çiro Heme Şerîf diyar kir: Em weke
endamekî Komîteya Şehîd, Qurbanî û Girtiyên Siyasî me gelek caran hewl da û
îmzeya nûneran ji bo sererastkirina yasayê kom kir, heta ku Serokatiya Meclisa
Nûneran biryar da ku pêşniyarê têxe nav karnemaya rûniştina îro, û xwendina wê
ya yekem dê were kirin, û bal kişand ser wê yekê ku “Di civînê de Civîna dawî
ya fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya li gel serokwezîrê Encûmena Federal
Mihemed Şeya El-Sudanî, yek ji daxwazên fireksiyona Yekîtî ku bi fermî pêşkêşî
Serokwezîr hat kirin, kar li ser sererastkirina yasaya saziya girtiyên siyasî
bike, bi awayekî ku di berjewendiya girtiyên siyasî yên herêmê de be.
Nûnerê Çiro Hema Şerîf ji bo dabînkirina alîkariyên darayî ji bo girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, nameyek fermî ji Serokatiya Encûmena Nûneran û Serokatiya Encûmena Wezîran a Federal re şand.
Di pirtûkê de 80 nûnerên ku hevxemiya xwe bi girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re nîşan dan, îmze kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

