Di sê mehên borî de zêdetirî 1.5 milyon geştyar çûne Kurdistanê

Kurdistan 09:21 PM - 2024-04-11
Geştiyar PUKMEDIA

Geştiyar

Herêma Kurdistanê Geştyar

Di sê mehên destpêka sala 2024an de zêdetirî 1.5 milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine û tê pêşbînîkirin ku rêjeya geştyaran di vê mehê de bi awayekî berçav zêde bibe.

Di vê derbarê de Berdevkê Dezgeha Geştûguzariyê li Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Di sê mehên yekem ên îsal de zêdetirî 1.5 milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine û tê pêşbînîkirin ku di demsala buhar û havînê de rêjeya hatina geştiyaran dê gelekî zêde bibe.
Îbrahîm Ebdulmecîd got jî: Tîmên me li hemû navçeyên geştiyarî belavokan li geştyaran belav dikin û wan bi rênimayên pêwîst agahdar bikin, di heman demê de hemû tedbîrên ku di rewşeke awarte de hebe, weke tîmên tenduristiyê û berevaniya sivîl hatine belavkirin.

Bi boneya betlaneya Cejna Remezanê, di van rojan de hejmarek zêde ji geştyaran bi taybet ji navçeyên naverast û başûrê Êraqê serdana bajar û navçeyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê dikin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket