Serok Bafil: Hilbijartin dê bibe sedema geşepêdana Kurdistanê û bihêzkirina bingehên demokrasiyê
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-07
PUKMEDIA
Bafil Celal Talebanî û Emar Hekîm
Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi Serokê
Tevgera Hikmeta Niştimanî birêz Emar El Hekîm re civiya.
Di hevdîtinê de
Serok Bafil Celal Talebanî rola Serokê Tevgera Hîkme û hewlên wî yên ji bo
çareserkirina kêşeya mûçegiran li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got: Divê
hevkarî û hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berfirehtir bibe, û divê
xebat li ser xizmetkirina welatiyan û serkeftina îdarî û rêvebirinê be.
Serok Bafil
balkişand li ser giringiya lidarxistina hilbijartinên dadperwerane li Herêma
Kurdistanê di roja diyarkirî de û got: Pêwîste hilbijartin bi awayekê encamdana
geşepêdana herêmê û bihêzkirina bingehên demokrasiyê li herêmê bên encamdan.
Xaleke din a
civînê jî ji bo guftûgokirina avakirina zemîneke guncawtir ji bo berdewamiya
diyalogê di navbera hêz û aliyên siyasî de hat terxankirin, daku bi hevbeşî
bernameya çaksaziyê ya hikûmetê cîbicî bikin û aramiya welat biparêzin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

