Serok Bafil û serok komar rewşa dawî ya siyasî gotûbêj dike
Kurdistan 01:05 PM - 2024-04-07
Nivîsgeha Ragihandinê yê serokkomar
Serok komar û Serokê Yekîtî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil
Celal Talebanî li Bexdayê bi Serok Komar Dr.Ebdul Latîf Cemal Reşîd re civiya.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî,
ewlekarî û aborî yên li ser asta welêt hatin gotûbêjkirin û her du alî tekez li
ser wê yekê kirin ku bi awayekî radîkal kêşeyên ku rêgiriyê li proseya siyasî û
îdara Herêma Kurdistanê û Êraqê dikin çareser bikin û tekez li ser berdewamiya
têgihiştin û hemahengiyê di navbera aliyên siyasî de faktoreke girînge ji bo ewlekarî, aramî û pêkanîna bernameya
xizmetguzariyê.
Serok Bafil Celal Talebanî spasiya xwe ji bo
rol û hewlên Serok Komarê ya ji bo komkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêka
mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de
nîşan da, ku di çareserkirina pirsgirêkan de alîkar bûn û tekez kir ku Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê wek aliyek berpirs, her gavekê ku xizmeta berjewendî û welatiyan
bike, ji bo parastina mafên neteweyî û bihêzkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

