Serok Komar tekezî li ser berdewamiya diyalogê di navbera herdu hikûmetan de dike
Îraq 12:53 PM - 2024-04-07
Mekteba ragihandinê yê serok komar
Serok Komar û Serokê Herêmê
Îro yekşem 07.04.2024 birêz Serok Komar Dr.Ebdul
Latîf Cemal Reşîd li Koşka Selam a Bexdayê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê
birêz Nêçîrvan Barzanî kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya welat û pêşhatên
wê bi taybetî peywendiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma
Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û cenabê Serok Komarê giringiya çareseriya guncaw
ji bo mûçeyên Kurdistanê hatiye encamdan diyar kir.
Serok Komarê tekezî li ser wê yekê kir ku
pêwîst e di destkeftên girîng de sermaye were kirin ji bo berdewamiya diyaloga
bi bandor di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de ji bo çareser kirina
pirsgirêkên mayî li gor destûr û yasayê û pesnê sebir û aqilbûna welatiyên Kurd
li hember rewşên dijwar û aloz ku rasterast bandor li rewşa jiyana wan kiriye,
da.
Birêz Serok herwiha balkişand ser temam kirina
amadekariyên pêwîst ji bo lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi
beşdariya hemû aliyên siyasî yên navçeyê kir û rola Serokê Herêmê birêz
Nêçîrvan Barzanî di dîtina çareseriya pirsgirêkan û xurtkirina peywendiyên di
navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de bilind nirxand. Amaje bi
berdewamiya diyaloga di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de kir, ji
ber ku ew yekane rêya çareserkirina pirsgirêkan ye.
Li hember de jî Serokê Herêma Kurdistanê tekez
kir dîtina çareseriyê ji pirsgirêka mûçe re dibe sedemek ji bo xurtkirina pêwendiyan
di navbera herdu hikûmetan de, û pêşde birina hewldanên ji bo çareser kirina
kêşeyên din.
Birêz Nêçîrvan Barzanî rol û hewlên Serok
Komarê li rêkeftina li ser mijara mûçeyan û hewla berdewam ya ji bo nêzîkkirina
nêrînên di navbera hêzên siyasî de bilind nirxand û tekez li ser bihêztirkirina
hevkarî û hemahengiya di navbera hemû hêzên siyasî de ji bo parastina ewlekarî
û aramiyê li welat kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

