Helwesta Serok Bafil a derbarê hilbijartinê de nayê guhertin
Kurdistan 08:26 PM - 2024-04-06
Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafil
Serokê YNK ,Bafil Celal Talebanî
Beşa Nirxandin û Çavdêriyê ya Desteya Ragihandinê ya YNK’ê, têkildarî bi helwesta Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di daxuyaniyekê de ragihand: ‘’Helwesta Serok Bafil Talebanî û partiya wî li hember hilbijartinên bê yên parlamentoyê nayê guhertin û em li dijî paşxistina roja hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ne û em dixwazin hilbijartin di dema xwe de bên kirin."
Teksta daxuyaniyê:
Helwesta Serok Bafil Talebanî derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de nayê guhertin.
Çûna me ji bo Bexdayê ji aliyê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Iraqî ne ecêb e û ne hewceyî şirove û feraseta we ye, ji ber ku li Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi Kurdî yan Erebî biaxivin, em yek in.Peyame me ji bo çareserkirina pirsgirêkê mûçe û asayîkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê heye, ji ber ku hûn li Hewlêrê bi Kurdî diaxivin lê dema hûn diçin Bexdayê, welatiyan neheq nînin ku gumanê li armanca serdanên we bikin û hûn xwe wek bîst û çar milyar Iraqî nîşan bidin!.
Ji ber vê yekê hûn çi bêjin, çi bikin, çi qas hewl bidin, helwesta Serok Bafil Talebanî û partiya wî li hember hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê nayê guhertin û em li dijî paşxistina roja hilbijartinên parlamentoyê ne û em dixwazin hilbijartin di dema xwe de bên kirin ku ev jî maf û daxwaza gelê kurd e û em dikarin bi rêya hilbijartinan rêya rêvebirina herêmê rast bikin.
Beşa Nirxandin û Çavdêriyê ya Desteya Ragihandinê ya YNK'ê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

