YNK dê bi hilbijartinan mezinahî û rewabûna herêmê biparêze
Kurdistan 06:16 PM - 2024-04-03
PUKMEDIA
Logoya YNKê ,Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, pêvajoya dengdanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwaze bi rêya hilbijartinan dezgehên rewa yên Herêma Kurdistanê zindî bike, ji ber wê jî amade ye ji bo hilbijartinên di roja diyarkirî de û piştgiriya hilbijartinên paqij û dadmend li Herêma Kurdistanê bike,ji bo ku partî giranî û hêza xwe bizanibin û bi rêya hilbijartinan armanc dike ku nûnerên rasteqîne yên gelê Kurd bişîne parlamentoyê.
Mekteba Siyasî: Hilbijartin dê daxwazên welatiyan pêk bîne
Civîna Mekteba Siyasî ji ber xema parastina statuya herêmê û ezmûna demokratîk a Kurdistanê ku xewna kevnar a gelê me ye û têkoşîneke bê rawestan e, birêveçû.Di civîna Mekteba Siyasî ya YNKê de tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên azad û demokratîk yek ji îşaretên bingehîn ên proseyê ye û tekez li ser wê yekê kir ku nûkirina saziyên destûrî yên weke parlamento û hikûmetê dê bi dengdana giştî dibe û rewatiya nûneratiya gelê me bo parastina maf û jiyana welatiyan bi heman awayî bê dabînkirin.
Mekteba Siyasî ya YNKê pêr tekez kir, daxwaza welatiyan ji bo mûçe û bûdceyê ji bo dewlemendî û vejînê ye, tenê bi rêya parlamento û hikûmeteke nû ku bikare li ser mafên destûrî yên Kurdistanê û mafên darayî yên gelê me tekez bike, tê kirin û divê bi awayekî adil û wêrek muzakere bikin.
Hilbijartin dê rêbaza rêveberiya herêmê sererast bike
Hilbijartin dê qonaxeke nû di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de veke û dê rêya desthilatdariyê li herêmê rast bike û êdî welatî nebin qurbanî.
Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Navenda YNKê Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand: “Tenê hilbijartinan dikare rêbaza rêveberiya Herêma Kurdistanê serast bike, da ku welatiyên me û mûçeyên me nebin qurbanî û aramiya siyasî hîs nekin.’’
Werdî her wiha got: "Bi lidarxistina hilbijartinan dê qonaxeke nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de vebe, lewra çêkirina her astengî bi behaneya ne lidarxistina hilbijartinan, lawazkirina pêkhateya herêmê ye û berovajî berjewendiyên bilind ên gelê Kurd e."
YNK dê bi hilbijartinê metirsiyan ji holê rake
YNKê hest bi metirsiyên li ser herêmê kiriye, ji ber wê jî dixwaze bi rêya hilbijartinan van metirsiyan ji holê rake û YNK jî piştgiriya lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike.
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Malbenda Soranê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xidir Mistefa ji PUKMEDIA re ragihand: “YNK hest bi metirsiyên li ser herêmê dike û dixwaze bi rêya hilbijartinan metirsiyên navxweyî û derve yên li ser pêkhateya herêmê ji holê rake, eger hilbijartin neyê kirin, rewatiya Herêma Kurdistanê lawaz dibe.’’
Mistefa got: "Hilbijartin dikare saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê ku niha neçalak in yan jî di kar de nîne, vejîne, di vê çarçoveyê de YNK di dema xwe de piştgiriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike û ji bo wê jî amade ye."
Berdevk: Paşxistina hilbijartinan ji bo herêmê felaket e
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: “Em di wê baweriyê de ne ku paşxistina hilbijartinan xizmeta mezinahiya Herêma Kurdistanê nake û berovajî wê pêwîstiya me bi parlamento û hikûmeteke nû heye.’’
“YNKê rêz li biryarên Serokê Herêma Kurdistanê girt û her çend 4 biryar ji bo roja hilbijartinan derxistiye, lê YNKê ti carî nebûye asteng li pêşiya wê,berovajî vê yekê, me piştgirî da hilbijartinan ji ber ku em dizanin paşxistina hilbijartinan karesatek e bo Herêma Kurdistanê.”
Hilbijartin neyên kirin dê zirarê bide herêmê
Ji aliyê din ve endamê serkirdayetî û berpirsê desteya ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî di panelekê de got: “Pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê dişibihe pirsa referandomê, ji ber ku hemû dost û hevalbendên me ji me re gotin referandomê nekin, lê ew paşguh kirin her hat encamdan û di dawiyê de li ser ziyana gelê me şikest û niha jî ji me re dibêjin li hundir û derve hilbijartinan pêk bînin, ger em guh nedin wan, emê weke referandûmê zirarê bidin gel û pêkhateya herêmê."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

