Talebanî ji Konsulê Fransa re: Nabe hilbijartin zêdetir bên paşxistin
Kurdistan 02:25 PM - 2024-04-02
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Konsulê Giştî yê Fransa
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Konsulê Giştî yê Fransa Jan Brem civiya û di civînê de pirsa hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û çawaniya pêşxistina aboriya herêmê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Di civîna roja sêşemê (02.04.2024) li Hewlêrê de, cîgirê serokwezîr tekez li ser lidarxistina hilbijartinên pak û dadperwer li roja ku ji aliyê serokatiyê ve hatiye destnîşankirin, kir û got, nabe hilbijartin zêdetir li vê bên paşxistin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa aborî û çawaniya geşepêdana aboriya herêmê hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî amaje bi stratejiya bihêzkirina sektora taybet kir û got:’’Emê hemû tedbîrên pêwîst ji bo hêsankirina sermayedarên sektora taybet bi taybetî veberhênana di warê pîşesazî, çandinî û geştiyariyê de werbigirin.’’
Di vê derbarê de cîgirê serokwezîr got:’’ Kar ji bo teşwîqkirina sermayedaran bo sermayerazandinê li navçeyan dikin,bêyî geşepêdana hevseng li bajar û herêmên cuda, binesaziyek aborî ya bihêz nayê avakirin û pêşkeftinek rast çênabe."
Di hevdîtinê de, Qubad Talebanî spasiya hikûmeta Fransa kir ku di qonaxên cuda de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û daxwaz ji hikûmeta Fransa kir ku di pêşerojê de şêwirmendên xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di warê geşepêdana aborî de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

