Yekîtî lîsteyên namzedan pêşkêşî Komîsyonê dike

Kurdistan 04:05 PM - 2024-03-31
Logoya Yekîtîiya Niştimanî PUKMEDIA

Logoya Yekîtîiya Niştimanî

Hilbijartin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi fermî şandina lîsteya namzedên xwe bo Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo beşdarbûna di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ragihand.

Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Heme di daxuyaniyekê de ji YNKê re ragihand: Îro me bi fermî lîsteyên namzedên xwe di nav sînorên hemû bazneyên hilbijartinan (Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce) ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan re hat şandin û bi vê yekê me hemû amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinan temam kirin.

Ji aliyê xwe ve, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand, ku îro 31.01.2024ê, komîsyon dê heta demjimêr duwazdeh bi rêya ofîsên xwe yên li Herêma Kurdistanê li ser wergirtina lîsteyên namzedan berdewam be.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumene El-Gelay ji PUKMEDIA re ragihand: Dema wergirtina lîsteyên namzedên hevpeymanî, partiyên siyasî û kesên ku dixwazin beşdarî Parlamentoya Kurdistanê bibin heta îro 13.03.2024 demjimêr 12 şevê ye.

Li gor amarên Komisyona Bilind a Hilbijartinan, hejmara giştî ya dengderên Herêma Kurdistanê 3 milyon û 789 hezar û 360 dengderan e û di nav wan de tenê zêdetirî 2 milyon û 900 hezar dengder bi biyometrîk tomarkirî ne û mafê wan heye beşdarî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bibin û yên mayî jî bi bîyometrîk ne hatine tomarkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket