Serok Bafil ji nûnerê Serokê Rûsyayê re: Em ê li pey çareseriya aştiyane bin
Kurdistan 11:21 PM - 2024-03-28
PUKMEDIA
Serokn Bafil û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn
Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi Nûnerê Taybet ê Serokê
Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqa û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê
Mîxaîl Bogdanov re civiya.
Her li vê
hevdîtinê de ku Derbaz Kosret Resûl Berpirsê Buroya Peywendiyan amade bû, Serok
Bafil pêşhatên dawî yên siyasî yên li navçeyê şirove kirin û tekezî li ser
berdewamiya gotûbêjan bo çareserkirina pirsgirêkan kir û ragihang ku YNK jî
rêya Serok Mam Celal dişopîne û heman siyaseta çareseriya aştiyane û parastina
serweriya welatan dişopîne.
Her du alî
behsa rewşa aborî û ewlekarî ya deverê kirin û tekez li ser berfiretir kirina
hemahengî û hevkariyên di navbera her du aliyan de kirin bi awayekî ku di
berjewendiya her du aliyan de be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

