Dema wergirtina lîsteyên namzedan hat dirêjkirin
Kurdistan 12:38 PM - 2024-03-28
PUKMEDIA
Hilbijartin
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê ji bo beşdariya di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de lîsteyên
namzedên xwe yên li çar bazneyên helbijartinan amade kirine û di heyama
diyarkirî de dê lîste radestî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan were
kirin.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Saidî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî lîsteyên
namzedên xwe ji bo beşdariya di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de amade
kirine û li her çar bazneyên hilbijartinê lîstê xwe hene û dê di dema diyarkirî
de lîsteyan pêşkêşî komnîsyonê bikin.
Got jî: Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ewê serokên lîsteyên Yekîtiya
Niştimanî li bazneyên hilbijartinan diyar bike û herwiha dê serperiştiya xebat
û meşandina piroseyê bike.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî lîsteyên
xwe yên berbijêr bi berçavgirtina rêjeya beşdariya jinan di hilbijartinan de
amade kiriye, ku %30ê hejmara namzedên wê ye û amade ye hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de birêve biçe 6/10/2024.
Dema dawî ya wergirtina lîsteyên berbijêran
Komîsyona Bilind a
Serbixwe ya Hilbijartinan dema dawî ya wergirtina lîsteyên namzedên ku dixwazin
beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin eşkere kir.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumene
El-Gelay ji PUKMEDIA re ragihand: Roja dawî ya wergirtina lîsteyên namzedên
hevpeymanî, partiyên siyasî û kesên ku dixwazin beşdarî hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê bibin, roja yekşemê bi dawîbûna demjimêrên fermî ye 31/3/2024.
Çawaniya pêşkêşkirina lîsteyên namzedan
Derbarê çawaniya
pêşkêşkirina lîsteyên namzedan bo Komisyonê, Cumana El-Ghelayî got: Serokê
hevpeymaniyê yan partiyê dikare lîsteyên namzedan pêşkêş bike û her kesê ku vê
yekê bike jî dikare destûr jê re were dayîn, bi mercê ku îmzeya li ser lîsteyan
tenê ji aliyê Serokê hevbendî an jî partiyê ve bê, û eger ji yek lîste
zêdetir bên pêşkêşkirin, lîsteya dawî tê pejirandin.”
Wê got: Her dema ku partiyek siyasî berî bidawîhatina dema pêşkêşkirina
lîsteyên berbijaran ji hevpeymaniya siyasî vekişe, divê hevpeymanî ji vê yekê
agahdarî bide Wezareta Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî û piştre lîsteyek nû
ya berbijêran pêşkêş bike. Her wiha piştî bidawîbûna dema pêşkêşkirina lîsteyên
namzetan mafê ti partiyekê nîne ku ji hevpeymaniyê vekişe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

