YNK û NY li ser lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de li hev kirin
Kurdistan 07:08 PM - 2024-03-26
PUKMEDIA
Civîna Şêx Cefer Şêx Mistefa û şandeke UNAMI
Rêheval Şêx Cefer Şêx Mistefa Serokê Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêşwaziya şandeke nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) bi serokatiya Rêveberê Giştî yê Karûbarên Siyasî yê UNAMI li Iraqê Manoj Metta û Chase Hannon û Karwan Khoshnaw, Şêwirmendên Siyasî kir.
YNK ti carî alîgirê paşxistina hilbijartinan nebûye
Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û serokê şanda mêvan got: ‘’ UNAMI dixwaze nêrîna Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind derbarê pêşhatên dawî yên têkildarî astengiyên li pêşiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rêyên çareserkirina wan astengan agahdar bike."
Di bersivê de Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind Şêx Cefer Şêx Mistefa nêrîna YNKê ya derbarê mijarê de ji şanda UNAMI re şîrove kir û got: “YNK di dema borî de ti carî alîgirê paşxistina hilbijartinan nebûye û niha jî tekezî li ser wê yekê dike ku hilbijartin di dema xwe de bê lidarxistin, em li gel wê yekê nînin ku hilbijartin bi her behanekê were paşxistin, ev yek dê zêdetir xelkê bêzar bike.’’
Hilbijartin dê pirsgirêkên Kurdistanê çareser bike
Di vê navberê de, Şêx Cefer Şêx Mistefa bal kişand ser girîngiya lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de û got: “Hilbijartin ne tenê mafekî destûrî û demokratîk e, di heman demê de dê valahiya qanûnî tijî bike û meşrûiyetê bide saziyên herêmê û dê di çareserkirina gelek ji van pirsgirêkan de jî rol bilîze.Pirsgirêkên niha yên ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê û xelkê wê ne, berî her tiştî e girêdayî jiyan û refaha xelkê ne.’’
Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKê bang li UNAMI kir ku di mijarên teknîkî û çavdêriyê de rola xwe bilîze,her wiha daxwaza YNKê anî ziman ku karê UNAMI li Iraqê berdewam be, ku hertim roleke berçav di aramkirina rewşa aloz de hebûye û berdewam li ser dîtina çareseriyên guncaw ji wan re.
Di bersivê de şanda mêvan amadebûna xwe ji bo hemahengî û alîkariya di serkeftina hilbijartinan de nîşan da û di heman demê de pesna helwesta YNKê da ku hertim amadeye û hêsankariya hilbijartinan kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

