Piraniya partiyan û hevpeymanan ji bo hilbijartinan namzed diyar nekirine
Kurdistan 12:24 PM - 2024-03-26
PUKMEDIA
Parlamentoya Kurdistanê
Heta niha tenê 36 namzedên serbixwe navên xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê pêşkêş kirine û tenê du roj maye ji bo tomarkirinê, ev jî di demekê de ye ku komîsyon kar dike û amadekariya pêkanînê dike û ragihand:“Boykota ti aliyekî bandorê li derengxistina pêvajoyê nake.’’
Tenê 2 partî û 3 hevpeymanan namzet nîşan dane
Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Emad Cemîl ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: “Heta niha tenê 36 namzedên serbixwe navên xwe ji bo beşdariya di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de pêşkêş kirine û roja pêncşemê 28-3-2024`an bo wergirtina navên berbijêran axir roje û nahê dirêj kirin.’’
“Li gorî amarên ku heta niha hene, li Hewlêrê 11, li Silêmaniyê 13 û li Duhokê jî 12 namzedan xwe tomar kirine, li Duhok û Silêmaniyê tenê du partiyan namzedên xwe pêşkêş kirine, li Silêmanî, Duhok û Helebce jî 3 partiyan namzedên xwe pêşkêş kirine.’’ Îmad Cemîl got.
Serokê tîma medyayî ya komîsyonê got jî:“Ti pilanek ji bo paşxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê nîne û her aliyek ku proseyê baykot bike, bandorê li proseyê nake, ji ber ku di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de jî hebûn ku hilbijartin baykot kirin û ti bandorek li ser proseyê nebû.’’
“Ekîbên komîsyonê xebatên xwe didomînin û amadekariya hilbijartinên 10’ê Hezîrana îsal dikin.’’Got
20 partî, 2 tifaq û 62 namzetên serbixwe dê beşdar bibin
Bi giştî 20 partî, du hevpeymanî û 62 berbijarên serbixwe ji bo beşdarbûna hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê navê xwe tomar kirine.Li Herêma Kurdistanê 3 milyon û 789 hezar û 360 dengder hene ku ji wan zêdetirî 2 milyon û 900 hezar dengder li tomara biyometrîk tomar kirine û amadene beşdarî hilbijartinan bibin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yek ji wan 22 partî û hevpeymanan e ku dê bi lîsteyên serbixwe li her çar navçeyên Kurdistanê beşdarî hilbijartinên bê yên parlamentoyê bibe. Li gor berpirsê mekteba dengan a YNKê Rizgar Hacî Hema got:’’Ji bo beşdarbûna hilbijartinan hemû amadekarî hatine kirin û YNK jî amade ye beşdarî hilbijartinan bibe.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

